Stewr
Bajarê Stewrê nav bi kurdî ye, Tirkan nav guhertine bi navê “Savr” û guhertina hemû navên kurdî, bi armanca Tirkkirina bakurê Kurdistanê û wendakirina nasnama kurd, heman kar pêk hatin li beșên din yên Kurdistanê, bi aramanca Erebkirin û Fariskirinê.
Stewr yek ji navçeyên parêzgeha Mêrdînê ye, li bakurê Kurdistanê, 47km ji Mêrdînê dûr e ber bi bakur de, bilindhiya Stewrê ji ruyê deryayê ve 880 mt ye, rûerd 1.032 km2 û li gorî hejmartinên fermî yên sala 2000î hejmara niştevanên li navendê 11.240 kes bû, nîviyên wan ji Êla Mehelimiya û Rajniya ne, her du êl bi koka xwe kûr in, lê bi zimanê Erebî diaxivin. Hejmara niștevanên gundan 29.866 kes in, hemî kurd in û bi kurdî diaxivin, hejmara gundan 33 ne, bi piranî yên Êla Sûrgiҫyan ne. Sê bajarok pê ve girêdayî ne: Ewîna (bi tirkî: Sürgücü), Elfan (bi tirkî: Pinardere), Barman (bi tirkî: Yeşilalan).
Aborîya herêmê piranî li ser çandiniyê û rezvaniyê, hem jî xwedîkirina ajalan e.
Bingeha navçeyê gelek kevn e, di dîrokê de navê Stewrê wekî Stûr, Staûras, Sauras, Ştarû, Şarû derbas dibe, kelehek lê heye, lê mixabin min gelek hewl, lêgerîn û lêkolîn kir, tu agahî derbarî kelehê de bi dest nexist.
Herêm di dîroka Kurdan de, cihekê girîng digire, dema Rêxistina Xoybûn hate ragihandin di sala 1927an de, şaxek ji șaxên wê șaxê Stewrê bû û ji van kesan pêk dihat:.
Serekê șaxê: Necmedî beg ji serekên Êla Xoșniyan.[1]
Endam: Hemdulah beg ji serekên Êla Xoșniyan
Endam: Mihemed beg ji serekên Êla Rajniyan
Endam: Hemdî beg ji serekên Êla Rajniyan
Endam: Şêx Fethulah serekê Êla Mihelmiyan
Di sala 1930 de li Stewrê serhildaneke mezin li dijî Komara Tirkiyê pêkhat bi navê serhildana Mala Hamo ji Birîva, ji bo mafê Kurd têkoşîn kirin. Lê serhildan têkçûye û dewletê stembariyek mezin li herêmê kir.
Kurdo, welatê xwe nas bike, hem nas bike ku dijminan ҫi kirine û hê dikin û em jî bang dikin bi biratiya gelan, bizane gelên hawîrê me biratiyê napejirînin, kurd dibînin weke kolan ji xwe re.