Sakîne cansiz
Sakîne cansiz ji dayîka Zeynep û Îsmaîl Cansiz, 12.02.1958 li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Dêrsimê hat dinê, ji Heyşt zarokên malbatê, Du xwişk û pênc birayên Sakîne hebûn. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li navenda parêzgehê xwend.
Li gorî îfadeyên wê, „ bi taybetî ji pevçûnên siyasî û tund ên salên1970’yî, aqûbeta Denîz Gezmiş û bûyera Qoserê bandor li wê kiriye. Zextên dewletê li ser vê yekê zêde bû. Piştî dibistanê Cansiz çû Enqereyê û li wir Kesîre Yildirim ku paşê jina Abdullah Ocalan bû û hev-avakarê PKK'ê Alî Haydar Kaytan nas kir.“
Sakîne Cansiz beriya ku tev li PKK'ê bibe, bi endezyarekî re zewicî bû û paşnavê wî Polat bû. Paşê ji hev veqetîyan. Di Mijdara 1978’an de di 20 saliya xwe de bi Ocalan û kesên din re li Licê PKK’ê ava kir.
Di sala 1979'an de Sakîne Cansiz ji ber vekirina şaxa Partiya Karkerên Kurdistanê li Elezîzê hat girtin û 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Sakîne Cansiz li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê hat ragirtin û li wir gelek rastî îşkenceyê hat. Birayê wê Metîn Cansiz jî di zindana Amedê de bû.
Sakîna Cansiz 1991’an de hat berdan, piştî azad bû, tevli nava têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bû, di nav Gerîlla de cih girt. Ji wê demê ve, nasnavê wê Sara bû. Gelek salan li qadên Gerîlla, heremên parastina gel, ya başûrê Kurdistanê ma. Piştî gelek salan, derket qada Ewrupa yê.
Li Fransayê mafê penaberiya siyasî wergirt.
Di 2007 de li Hamburgê hat girtin. Tirkiyê ew ji bo girtinê ji elmanya xast, lê piştî çend hefteyan ji ber nebûna delîlan ew hat berdan.
Di 9.01.2013 ’an de Sakîne Cansiz, bi Fîdan Dogan (* 1982) û Leyla Şaylemez (* 1989 ) li Parîsê hate qetilkirin. Kuştina wê bû sedema çalakiyên protestoyî yên mezin ji aliyê Kurdên li Ewropayê û bi taybetî li Fransayê û Amedê hat darxistin.
Piştî Sê rojan qetîlê Sara, Omer Guney di 12ê Çile de hat girtin. Paşê jî bi hinceta ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi çeke bêdeng gulebaran kiriye, hatiye sûcdarkirin.
Omer Guney beriya destpêkirina dozê di 16'ê Kanûna 2016'an de di hucreya xwe de mirî hatibû dîtin. Li gorî rayedarên lêpirsînê yên li Parîsê, tê gotin ku servîsa veşartî ya MÎT’ê Tirk di sûîqesta li dijî Cansiz de cih girtiye.
Sakîne Cansiz Li eyaleta Dêrsimê hat definkirin.
9.01.2013, li Rue La Fayette, li Parise bi alîye dewleta tirk ve, tevî sê jin hatin kuştin.
– Sakîne Cansiz
Sê pirtûkên Wê,
Tevahiya jiyana min têkoşîn bû.[1]