Navê pirtûkê: Baranên Çilesrî
Navê nivîskar: Çiya Maziyî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbolê
Navê çapxaneyê: Berbang
Sala çapê: 2017
Pirtûka helbestvan û nivîskarê Kurd M. Çiya Maziyî ya herî dawî bi navê “Baranên Çilesrî” ji hêla Weşanên Berbangê ve hat weşandin. M. Çiya Maziyî di pirtûka xwe ya nû de cî daye 71 helbest û çarînên ku di deh salên dawiyê de nivîsandine.
M. Çiya Mazî ku heta niha ji bilî çîrok, zargotin û gotaran, gelek helbest jî nivîsandine û çap kirine, di vê berhema xwe ya dawiyê de hest û ramanên xwe yên li ser hesreta welêt û rewşa Kurdan aniye ziman.
Bûyerên di çend salên dawiyê de li derdora Kurdan, jiyan û bajarên wan qewimine xwe di helbestên M. Çiya Maziyî xwe dane der.
Beşek ji helbesteke pirtûkê...
…Li jêr û jorê axa xwe bi temî be
Û li bin hawaran binax bike tuxûbên birînkirî
Tevlî têlikên ku kurm ketine wan …
Û derabeyên qulqulî yên dikanên qaçaxê
Bila nexwiyabin kuçe û kolanên talankirî
Dilê xwe bidize ji pirêzeyan
Bipêçe bi bêhna reh û axê
Bîranînên xwe bike xişre ji rojên bê re
Li wîjdanê te jî hatine xezebê
Veşêre di şeveqên paxila xwe de
[1]