Li ser şopa dîrokê dema ku em dikevin rêwîtiyekê, raboriya çanda dîrokeke balkêş derdikeve pêşberî me. kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo mîras, dîrok û çanda gelê kurd derdikeve holê. Di dîrokê de, kurd tim mecbûr man e ku çand û dîroka xwe bi deng an jî gotinan vebêjin û ta roja me ya îro biparêzin. Lê çand, huner, kevneşopî, wêje û dîroka kurdan gelek caran ne bi devkî maye, lê di bin de erd maye û ji aliyê dagikeran ve hatiye veşartin. Lê îro jî, vê carê bi riya bernama danasîn bi xelekeke nû em ê bi hev re şûneke dîrokî vekolin û wate û dîroka wê nas bikine ku ew şûn û ware dîrokî jî Girê Til Helefê ye.
Girê Til helef ê dîrokî 3 km li rojavayî bajarê serêkaniyê dikeve, navê xwe ji girê bajêr Til Helefê girtîye. Hejmara şînîyên bajêr derdora 10000 hezar kes in. Girê bajêr li rojhilatî rojava 300 ta 500 mtireyan dirêj dibe. Li aliyê bakur gir şaxekî çemê xabûrê yê ku jêdera wê herêma Orfa ya bajarê bakurê kurdistanê ye, diherike.
Til Helef li ser axeke dewlemend hatiye ava kirin ku xwe disperse çanda hilberîn û çandiniyê. Tevî peykerên xwedawendan jin, muhrên çanda xwe hatiye xêzkirin. Ev jî dide diyarkirin ku çanda jinan li ser aborî û hilberînê diyar bûye. Bi çanda Til Helef re kevana zêrîn di navbera gelan de têkêlî hatine danîn, gund û bajar hatine avakirin. Di qeydên dîrokî de ev herêm bi çanda Til Helef heye. Ev herêm axeke berhemdar e, bi hezarên salan mirovên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina sewalan derbara xwe kirine. Çandiniya xwe bi riya ava baranê, bêyî alîkariya avdanê dikirin.
Kevneşopiya herêmê ji aliyê Opên Hîm ve, dema ku hatibû herêmê ji bo avakirina rêya tirênê, hat kişifkirin. Opên Hîm li wir gelek lêkolîn kirine, lê ji ber sedema hilweşîna gelek şûnwaran lêkolînên wî yên pêşîn, wenda bûn. Lê bi lêkolînên xwe ya berê têgihîşt ku di bin axa gir de gelek şaristanî hatine veşartin. Wê demê ji ber ku Sûrya di bin destê Osmaniyan de bû, Opên Hêm di sala 1909'an de, ji bo destûra lêkolînê bigire daxwaznameyeke fermî pêşkêşî dewleta Osmanî dike.
Di sala 1910 'an de destûrnameya lêkolînê wergirt û di 5'ê tebaxa 1911'an de, dest bi kolandin û lêkolînan kir. Opên Hêm paşê dev ji karê dibilomasî berda û hemû alavên kolandin û lêkolînan anî Til Helefê. Di sala 1913'an de karê lêkolînê rawestîyan û paşê dîsa di zivistana 1914'an ta 1915'an de, dest pê kir.
Ji ber şerê cîhanê ya yekem karê kolandinê 14 salan hatîye rawestandin. Piştî 14 salan di bihara 1924`an de Opên Hêm dîsa vegerîya Til Helefê, lê dema ku ew vegerîya gelek şûnwarên gir ji ber şer hatibûn hilweşandin. Di sala 1920`'an de peykerên ku di 1911-1913 hatibûn dîtin, hatin berhevkirin û li gorî hevpeymanekê bi Firensa re, beşek ji wan peykeran dê di mozexaneya Helebê de were dayîn û beşek ji wan jî, ji bo mozexaneya Berlînê were şandin.
Li gorî lêkolînên erdkolojîk û lêkolînên ku Opên Hêm kirine, di bin axa Til Helefê de dîroka 8000 sal hatiye veşartin, ev dîrok û berhemên dîrokî gelek ji wan ê ku hatiye rûxandin û ên ku Opên Hêm lêkolîn kirine, bi riya wê lêkolîna xwe hat zanîn ku kevneşopên kurdan dizîne û bi xwe re birine Berlînê.
Opên Hîm di lêkolînên xwe yên vê dawiyê da di 1929`an de, li Til Helefê kirin, berhem û parçêyên erdkolojîk di 43 sandûqan de, bi cih kirin û berê wan da Berlînê. Li Berlînê mozexaneya bi navê Til Helefê vekirin û her wiha hemû berhemên dîrokî yên Til Helefê, tê de hatin bi cih kirin. Di 1943 'an de, mozexaneya Til Helefê ya li Berlînê sê caran ji alîyê hêzên hevkar ve hatiye bombebarankirin û gelek perçeyên dîrokî hatin rûxandin, gelek jî şikestin lê tiştê balkêş ew e ku parçeyên dîrokî yên ku li mozeyên din ên Berlînê yên di depoyên qasê de hatibûn veşartin, tiştek bi wan nehat. Paşê ew parçeyên dîrokî ji aliyê hêzên Sofyetê de hatin desteserkirin. Lê di sala1958 'an de jî, gelek ji wan berheman vegerandin Elmaniya.
Ev berhemên ku bê vîna gelê kurd hatibû lêkolînkirin û li cîhanê hatibe belakirin. Li ser vî warê qedîm û kevnar gelek caran dagirkerî li ser vê herêmê derbas bûne. Herî dawî jî ji aliyê artêşa dewleta Turk û çeteyên wê ya bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê di 9’ê cotmeha sala 2019’an hate dagirkirin.[1]