Bi deskeftiyên şoreşa #Rojavayê Kurdistanê# re êdî di her qadên civakê de geşeşanên pêşketinan di warê civakî, çandî, siyasî û rewşenbîrî ve bi pêşeve çûn. Her wiha di warên sînemayê jî de gavên mezin hatin avêtin û li geleke dever û bajarên Rojavayê Kurdistanê film hatin çêkirin û pêşandan. Ew filmên ku qala berxwedana Rojava, rewş û êşên civakî dike bi riya Komîna fîlm a Rojava her demê bi riya pankart û reklaman tên pêşandan.
Komîna fîlm a Rojava vê dawiyê ji bi pankart û vexwendinê dê ji 25'ê Tebaxê heya 15'ê îlonê çar fîlmên ku di nav van salên dawî de hate çêkirin, lidar bixe û ji girseyan re bide pêşandan. Ew fîlm dê li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên mîna Dêrik, Qamişlo, Kobanî û Hesekê were nîşandan.
Her mirov dikare bêje filmên ku dê werin pêşandan ev in: Berfîn ya bi derhêneriya Ozlem Arzeba, Dema Dirîreşkan a Blackberry Season, Berbû ya Sevînaz Evdikê û Gava Şitil Mezin Dibin a Azad Kaya.
Di vê derbarê de jî Zîlan Hemo endama Komîna Fîlm a Rojava ya li Kobaniyê bi me da zanîn ku ev pêşandana filman û gelekên din ew ê bibe sedem ku ew çanda temaşekirina filman di nava civakê de pêş bikeve û di nava rûyê cîhanê de ew çanda civakî bi gelek karên hêja serê xwe hilde.
Sînema, ango hunera heftemîn, hunera heftemîn, lê mirov dikare bêje her şeş hunerên berî xwe jî di hundir xwe de dihewîne. Her çiqasî ku zêdeyî sed salî ser çêkirina filiman re derbas bûye jî, lê dîsa kevin nebûye û di hemû civakan de jî bi germahiyeke mezin tê xwestin û hezkirin. Bi salane bi hezarên filman tên çêkirin û li seranserî dunyayê jî bi hezaran salonên sînameyê hene, li her welatekî jî mehrecanên sînameyên wekî hunerên din hene.
Bêguman dema ku sînema tê gotin bi wateya film tê gotin. An ku dema mirov dibêje sînema di hişê mirovan de film bi beden dibe. Îro roj jî li Rojavayê Kurdistanê henaseyên pişkivînê ya çêkirin û pêşandana fîlmên sînemayê xwe dide der.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,507 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!