Kreasyona jina Kurd li Hefteya Modayê ya Parîsê ye
Gulistan Korban
Ez dixwazim Modaya kurdî bi cîhanê bidim nasîn. Wexta ku min ji Parisê vexwendnama girt ez şaş nebûm. Ji ber ku ez bi çanda xwe bawer bûm.
Dîzayner Lara Dîzayee
Dîzaynera Kurd Lara Dizeyeeê bi xebatên xwe yên salekê modaya kurdî derxistiye asta cîhanî.
Ew dê di serê Tirmehê da kreasyonên xwe bibe Hefteya Modayê ya Parîsê.
Cilên gelerî yên kurdî dê cara yekem bi destê dizaynereka Kurd derkevin ser dika cîhanî.
Min tim bawer dikir ku dê ev xebatên min bigihêjin asteka cîhanî. Min kreasyonên xwe bi hêvî û eşqeka mezin çêkir. Ez aşiqê modayê me. Ji ber wê min her dizanibû ku dê van xebatên min bigihînin astekî.
Lara, niha li Hewler a Başurê Kurdistanê ye. Keça helbestvanê navdar Homer Dîzeyî ye. Ew li Vîyanayê ji dayik bûye, li Amerîkayê mezin bûye.
Li Zanîngeha George Masonê jî beşa peywendiyên navdewletî qedandiye.
Piştî 11 salan ku wekî pispora neftê û gazê kar kiriye, li eşqa xwe ya modayê vegerîyaye.
Min îlhama xwe ji cîlên dapîra xwe girt. Wexta ez biçûkbûm heyranê cil û bergên rengîn yên dapîra xwe bûm.
Çîyayê Sefwan û Keleha Hewlerê di van rojan da ji jinên bedew ra malovanîyê dike.
Modelên bi cil û bergên gelerî derketine ser Keleha Hewlerê wekî stêrkek dibiriqin.
Her kreasyona Larayê xwedî nav û çîrokekî ye.
Wê navê dayika xwe li kreasyona xwe ya dawî kiriye.
Kreasyona ‘Ronakê’ jî dê li Parîsê derkeve ser dikê.
Her kreasyonên min xwedî çîrokekî ne. Ya herî dawî jî mîn diyarîyê dayika xwe kiriye. Ji ber ku ew wekî çiyayekî li pişt min e.
=KTML_Bold=Kreasyona Ronakê=KTML_End=
Dizaynera kurd niha Iraqê xistiye nav bahozekê.
Kreasyonên Larayê li Irakê û Başurê Kurdistanê eleqeyek zêde dibînin.
Ji niha ve deftera wê bi siparîşan tijî bûye. Lê niha pere ji bo wê armanca herî dawî ye.
Ew dixwaze cilên kurdî li cihanê bên nasîn û bên ferq kirin. Ji ber wê ji kreasyonên xwe tu parçekî nafiroşe.
Model û girêdana û cil û bergên kurdî li gor herêm û bajêran diguhere.
Li Başurê cilên gelerî ji sê qatan pêk tên.
Fistanekî rengîn û dirêj, di bin fistanê da şalekî rengo rengo, di ser fistanê da jî yêleqek kurt tê li xwe kirin.
Milên wan bi lewendî tên girêdan.
Cilên kevnar yên Kurdî hêdî hêdî di qada navneteweyî da jî belav dibin.
Lara, dixwaze ku rojekê hunermend Aynur Dogan û Aktîrîsta Îranî Golshifteh Farahani cilên wê li xwe bikin.
Dibe ku di rojên pêş da em cilên gelerî yên Kurdî li ser navdarên cîhanî jî bibînin.[1]