Wefayî (1844 li Mahabad – 1902, Sûrî) Navê xwe yê malbatî Evdirehîm e, yek ji helbestvanên navdar ên kurd e.
Jiyan
Di ciwaniya xwe de perwerdeya olî dibîne û wekî sofîyekî deng dide. Sê caran diçe Mekeyê heca xwe dike. Di dawiya temenê xwe de li Silêmanîyê bicih dibe. Di heca xwe ya dawî de nexweş dikeve, li ser tixûbê Sûrî û başûrê Kurdistanê, jiyana xwe jidest dide.
Yek ji helbestvanên dîwana kurd a klasîk e, bi forma klasîk dinivîsîne. Pirranî bêjelawkî (xezel, lawik, kilam, kewş) û beytkî (dûlge) helbest ristiye. Li ser evîn û xwezayê rawestiyaye. Di hin helbestên wî de mîstîk û sofîzma Îslamê jî xwe dide der. Bi soranî nivîsiye, li ser kurdên başûr û rojhilatê bandoreke mezin hîştiye.
Bandora xwe li ser helbestvan Hejar jî hîştiye.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 10,313 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!