Mistefa Aydogan, (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e.
Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.
Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera çandî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk pirtûk wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du pirtûk nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.
Wergerên wî:
1.Navê Min Sor e, Orhan Pamuk, Roman, 586 rûpel, Weşanên Doz, 2002
2.Fîl Hemdî, Aziz Nesin, Çîrok, 155 rûpel, Stenbol, Gelawêj 1999
3.Siltanê Fîlan, Yaşar Kemal, Roman
4.Zaroka Şevê, Jack London.
[1]