Navê pirtûkê: Simko, Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Navê nivîskar: Mihemed Resûl Hawar
Navê wergêr: Ziya Avcî
Wergera ji ziman: kurdiya navîn
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Nûbihar
Sala çapê: 2016
[1]
Li gorî serok û serîhildanên kurdan yên Kurdistana başûr û bakur, li ser Kurdistana rojhilat, dîrok û serîhildanên kurdan yên li vî beşê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Smaîl Simko Axayê Şikakî û têkiliyên wî yên bi tevger û serokên kurdan yên wê demê ra kurdên bakur kêm tiştan dizanin.
Kurdên bakur bi qasî kunas dikin, Simko Azayê Şikakî, xebata wî ya ji bo kurd û Kurdistanê, têkiliyên wî yên bi serîhildanên kurdan yên wê demê ra nas nakin, jê zêdene ne haydar in. Ev jî kêmasiyeke me ya mezin e.
Halbû Simko Axayê Şikakî, di tarîxa kurdan de şexsiyetek gelekî mezin û gelkî muhîm e.
Wî ne tenê li hemberî Îranê û şahîtiyê serî hildaye, gelek caran li hemberî osmaniyan, tirkan, îngilîzan jî şer kiriye, bi rûsan ra ketiye gewriya hev. Têkiliya wî bi serokên kurdan yên wê demê yên wek Seyid Taha,
Abdurezaq Bedirxan û bi Şêx Mahmûdê Berzencî ra çêbûye. Bi Abdurezaq Bedirxaniyan ra ketiyê nava hin têkilî û xebatên kulturî.
Lema jî Simko Axayê Şikakî, heta roja ku bi bêbextî ji alî şah Pehlewî ve hat qetilkirin ji bo azadiya kurdan tim di nava xebatekê da bû.
Naskirina Smaîl Axayê Şikakî ji bo dîrok û liberxwedana kurdan ya hersê beşên Kurdisanê gelkî muhîm e.
Bi wergera vê berhema hêja ya li ser Simko Axayê Şikakî û tevgera kurd ya netewî ya li rojhilatê Kurdistanê Ziya Avcî him valahiyeke dîrokî dagirtiye û him jî ji dîrokhezan ra xizmeteke mezin kiriye.