Navê pirtûkê: M
Navê nivîskar: Şêrzad Hesen
Navê wergêr: Besam Mistefa
Wergera ji ziman: kurdiya navîn
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2011
nabêjim xaniyê xwe, niha ji vê xweya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im. Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemên afirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştî navan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlava min... Guh bide van hemû 'min'ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê 'min'ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê 'min'ê sivik dibin, bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê 'min'ê ji ziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji Akademiya Kurdî'' û navenda paqijkirina ziman bikin vê 'min'ê ji nav bibin. Wek paşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrin vê 'min'ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe.. [1]