Di Şerê Çaldiranê û buyerên piştî wê de rola Kurdan
Metnê temam ê kurte-teblîxa ku min li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê da:
Di Sefera Sultan Selîm a ser #Çaldıran#ê û Berfirehbûna Osmaniyan a Nav Daru’l Îslamê de Rola Kurdan a Bi Serokatiya Mîrekiya Bedlîsê
#Mûrad Ciwan# / Lêkoler-nivîser
”Eger Kurdan gazî nekiraya, Tirkê Mezin esla cesareta êrîşa ser Şah İsmailî nedikir.”
Giovanni Mario Angiolello
– Venedîkîyekî li Qesra Osmaniyan
Îsal, 500 saliya Şerê Çaldiranê ye. Şerê Çaldiranê yê ku di 23-yê Tebaxa (Agustosa) 1514-ê de, li Deşta Çaldoranê (Çaldiranê) ya nêzî Xoya nav hidûdê Îrana îro, di navbera Osmaniyan û Safewiyan de rû da, bi serkeftina orduya Osmanî encam da. Şah Îsmîlê ku bi wêrekî û xwebaweriyeka mezin hatibû vi şerî û li sefên herî pêşîn şûr kêşa, ji meydana şerî reviya, berê çû Tebrîza paytext, ji wê derê jî vekişiya ber bi nîveka Îranê bidûrket. Sultan Selîm, bêyî tu hemberîderketinekê, ket Tebrîza paytexta Safewiyan, piştî ku hefteyekê li wê dere ma, ji bo derbaskirina zifistanê û bi dstpêka buharê re careka din vegere, berdewamiyê bide sefera hemberî Safewiyan, vekişiya Amasyayê; nav axa Osmaniyan.
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=557039&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Di Şerê Çaldiranê û buyerên piştî wê de rola Kurdan=KTML_Link_External_End=
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 33,254 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!