Navê pirtûkê: Xezeba Azadiyê
Navê nivîskar: Laleş Qaso
Cihê çapkirina pirtûkê: stockholm
Navê çapxaneyê: Pelda
Sala çapê: 2000
[1]
Çekdaran di cih de fêm kirin ku navê serokê wan li hesabê Heso ne hatiye. Ji nişkê ve veciniqîn, çavên wan lîst û li hev nerîn. Lepta wan ji çavên civatê ne reviya. Zibêr di ber xwe de beşişî û ii hindurê kefa destê xwe ê rastê nerî. Ji bo ku xwe bigire û nekene tîtikî eniya xwe xurand û ruyê xwe gewirand. Dû re jî zimanê xwe ê şilek heta bi qurm kişand, di kefa destê xwe de bir û anî û bi tiUya xwe a işaretê kefa xwe firkand. Wî çiqasî firkand, taxên qilêrê jî ewqasî di kefa wî de civiyan. Qilêr mîna şihîran dibirî û diavêt dera ha. Mihoyê enîdoq bi deng keniya, lê bi awira ku Sêdiq tê firand devê xwe girt û bi hêdî paia xwe da dîwêr. Nûriyê serşûnikî ji bo ku nekene firînî bi bêvila xwe xist, daxist zengelorkê, bi teqil avêt serşokê û ii peixema xwe nerî bê ka çawa diçe. Karê vî wilo dikir. Li mala walî jî rûnişta, miheqeq ew ê dîsa tif bikira derekê. Tifkirin bûbû xurek û ketibû devê wî. Şêxmûs serê xwe berda ber xwe û nav pişta xwe xurand. Kazim ruyê xwe tirş kir û kabokên xwe xistin zikê xwe. Lê Qaso mîna şêxekî, kemlan rûniştibû. Xelef dîsa xwe ji bîr kiribû, bi fanêrê xwe ê sertazî li odê rûniştibû û her ji kêhkekê bin çengên xwe difirkandin. Dîsa fişke fişka Simo bû. Ji aliyekî de bi berçavka xwe a ku di gêrê de bikar dianî, dilîst û ji aliyekî de jî habela bêvila xwe paqij dikir. Hema hema hertiştê vî mirovî ji qiyasê derbûn. Heta bi nexweşiyên wî jî.