Navê pirtûkê: Rêzimana Zimanê Kurdî
Navê nivîskar: Bavê Nazê
Cihê çapkirina pirtûkê: Moskow
Navê çapxaneyê: Axîna Welat
Sala çapê: 1996
Axavtin
Axavtina mirovan ji hevokan çê dibe. Hevok jî, ji bêjeyan dirust dibe. Axavtin jî xisletê insana ye. Lê her çî lahor nikarin biaxivin. Ew bi riya dengan, îşareta didin hev. Bi vê yekê, ew li ser xwarin û dan stendina bi hev re, hev agahdar dikin.
Di zimanê me de, 8 birên axavtinê hene. Ew jî ev in:
1 - Lêker:
Wek nimûne: Xwarin, xwendin, dîtin, çûyîn ûym.
2 - Navdêr:
Wek nimûne: Dar, Kurdistan, dibistan, mamoste ûym.
3 - Rengdêr:
Wek nimûne: Xweşik, spehî, çeleng, mêrxas, egîd, tirsonek ûym. [1]