$Kurtejiyana Arif Hiso:$
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî, Arif Hiso, kedkar û hezkiriyê Ziman, çand û folkora Kurdî.
Mamoste Arif Hiso di sala 15.05.1965'an de li gundê Çelebiyê ya Kobaniya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Dibistana seretayê, navîn û amadehî li kobanî xwendiye, peyre di zanîngeha Helebê de beşa aboriyê xwend, lê ji ber şert û mercên zehmet a jiyanê wî nekarî xwendina xwe berdewam bike.
Ji ber hezkirina xwe ya ji çand û zimanê kurdî re. Li ser şopa hevriyên ziman û wêjeya Kurdî ha mîna Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Nûredîn Zara meşiya, bi xema netewa kurdî xwe bi xwd fêrî zimanê kurdî bû û bi sedan şagirt fêrî ziman, çand û wêjeya kurdî kir.
Ji salên 2012'an û şûn ve, bi pêlên geşedanên çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, her wiha bi vebûna saziya ziman û fêrkirinê re, bêhtir xwe di ber zimanê kurdî westan û bi sedan şagirt gihandin.
Li ser van bingehan wî bi derfetên xwe yên kêm pirtûkeke wanedayînê li ser zimanê Kurdî amade kir û xwedî pirtûkeke gotinên pêşiyan ên ji herêma Kobaniyê re. Di sala 2018'an de di zanîngeha Rojava dest bi perwerdekirina madeya Rêzimanê kir û her dawiyê jî di zanîngeha Kobanî de hate erkdarkirin û dersên li ser folklor û rojnamegeriya kurdî dan. Arif Hiso Taybetmendiyele xwe ya wisa hebû ku mirov nedizanî ka bê ew Kobanî yan Efrînî yan Cizîrî, hemû devokên kurdan hema hema dizanibû, ev yek vedigeriya çavkaniya wê ya gera li gund û bajarê Kurdistanê. Di warî etîmolojiya peyvên kurdî de xwedî gencîneye kurt bû û di koka her peyvekê de xwedî haydarî. Li rex vê yekî bi sedan metelok, çîrok û gotinên pêşiyan di paşûla wî de veşartibû. Her xwendekarekî Arif Hiso ji xwe re çavkanî didîtin.
Wî salên dûr û dirêj kedeke mezin di ber Zimanê Kurdî de da û herî dawî jî li ser çand û folklora herêma kobaniyê amade dikir û li ber çapbûnê bû.
Di van dema dawiya, ji ber nexweşiya qirikê gava ku emeliyat dikir, di bin emeliyatê di 19.12.2022'an celta li mejiyê wî xist, di encamê de jiyana xwe ji dest da.[1]