Navê pirtûkê: Şêx Fexrê Adiyan: Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê
Navê nivîskar: 1.Eskerê Boyîk, 2.C. Celîl, 3.Xanna Omarkhali
Cihê çapkirina pirtûkê: Oldenburg
Navê çapxaneyê: Dengê Êzîdiyan
Sala çapê: 2009
“Min ilmê erdan tewa kiriye û ezê herim ilmê ezmên bistînim.” (Şêx Fexirê Adiyan)
Heta niha deng û rastiya Êzdiyatiyê di bin giraniya baweriyên zordestan de hatiye kerrkirin. Ev baweriya kevnar û xwedênas, ku ji kûrayiya hezarên salan tê, ronahiya xwe daye rêya gelek şaristaniyan û ji olên pey xwe re jî buye bingeheke avakirinê - hê jî di nava zordestiyê, neheqiyê û tunekirinê de maye. Li gel xezeba dewranan jî dîsa ew maye weke rastiyeke mêjuyî, kevnar û bingeheke hêja ji bo gelê me. Niha dem hatiye, ku gelê Kurd û bi teybetî Êzdî dikarin li vê ola hêja xwedî derbikevin. Şêx Fexirê Adiyan, yê ku di sedsala 13an de jiyan dikir, yek ji mezintirîn fîlosof û xwedênasên Kurdên Êzdî ye, para pirrê têkistên baweriya Êzdiyan ji aliyê wî ve hatine afirandin.[1]