Weke mizgîniya sala nû di 2022an de kovareke nû ya bi #Kurdî# derket. The Hall Kurdî, li Londona paytextê Îngilîstanê tê amadekirin. Kovar ji aliyê rojnameger Erol Başak û Dr. Osman Kömürcü ve hate damezrandin. Edîtoriya kovarê dîsa Erol Başak dike.
The Hall Kurdî Kovareke aktuel ya çandî ye. Weke kovareke dîjîtal mehê carekê dê bê belavkirin. Tê de ji nûçeyan bigrin, heya rûdanên li cîhanê, hevpeyvîn, gotar, tendirûstî, jin, wêje, sînema hwd. gelek mijar wê hebin. Xwînerên kovara Kurdî wê di kovarê de ji serkeftin û hal û rewşa Kurdên li Britanyayê û yên li her çar parçeyê Kurdistanê haydar bibin.
Kovar di warê xwe de yekemîn kovara bi Kurdî ye li Britanyayê.
Wek malbata The Hall Kurdiyê, em dixwazin li Britanya û nexasim li Londonê bibin deng û awazê kurdan. Lewra London bajarekî qedîm e û li cîhanê paytext û navendeke sereke ye. Her wiha bi hezaran Kurd lê dijîn.
Çima The Hall?
Em kovareke 3 zimanî ne. Bi navê The Hall kovara me bi Îngilîzî û Tirkî ev 2 sal in dîweşe. Niha jî bi naverokeke cuda û serbixwe The Hall Kurdî heye.
Hall, bi Kurdî eywan e. Ji salonên mezin û fireh ku çalakiyên wekî konsert, semînêr lê tê dayîn re jî hall tê gotin. Bi her du awayî jî Hall cihê ku mirov ji bo armancekê li hev dicivin e. Di #çanda kurdî# de jî li gundan eywan cihê bênvedanê ye. Her wisa civat li eywanan kom dibe. Kovara me jî dê bibe wek eywanekê ku her kes bikare ji xwe re tê de cihekî bibîne û ji her aliyê cihanê geşedanan, serpêhatiyan, nûçeyan ku Kurdan eleqedar dikin berhev bike û bigihîne xwînerên Kurdî.
The Hall Kurdî li ser du platforman belav dibe. Ji wan yek issuu.com ya din jî epirtuk.com e. Xwînerên me dikarin ji wan lînkan rahêjin kovara me û bê pere bixwînin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,138 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!