=KTML_Bold=Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan=KTML_End=
Yıl 2016, Cilt: 2 Sayı: 6, 11 - 45, 01-06-2016
Ramazan ÇEÇEN
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Wekî gelek pêkhateyên dewra Osmaniyan, di nav Kurdan de jî fikrên Ewrûpî di serê sedsala bîstan de li Stenbolê peyda bûne. Li gor taybetiyên xwe yên sereke yekûna van fikran teqabûlî modernîzasyoneke der-Ewrûpî dike. Lê di tunebûna îmkanên dewletê de tecrûbeya Kurdan ji modernîzasyonên Şerq-Îslamî vediqete. Pêkera ku di nav civatê de fikr û jiyaneke modern binecî dike, ne meyla burokrasiya dewletê ye, îrade û enerjiya kesekî xwenda ye. Ev kesê ku pêbendî îdealên fikreke ronakger e, wisa bawer dike ku bi rêya dibistan û perwerdeyê, jiyan û civateke aqilger, zanist û fen, sazkirina îdareyeke meşrûtî miletê wî jî bigihîje karwanê esrî yê demê. Ji bo vê yekê ronakbîrê Kurd her wekî di bunyeya miletê xwe de şiyarbûn an vejandineke netewî saz bike, hem ajîtasyoneke ku berê wê li hesasiyetên netewî ye pêk aniye û hem jî xwediyê eleqeyeke akademîk e ku berê xwe daye naskirina çand, edebiyat û dîroka xwe. Heta maweya destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem, gotarên civakî yên ronakbîrê Kurd vê rastiyê destnîşan dikin.
Peyvên sereke:
Modernîzasyon, Kurd, perwerde, aqil, fen, ronakbîrên Kurd, ronakger, gotar
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=514556&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Di Nav Modernîzasyonên Der-Ewrûpî de Tecrûbeya Kurdan=KTML_Link_External_End=
[1]