Bîranînek ji jiyana Ûsiv Beg
Serokê êzdiyên Rûsiyayê yê de’wî, leşker, sîyasetmedar, rewşenbîr، /Byar/
Nivîsandin û Amadekirin: #ESKERÊ BOYÎK#
Sal, dîrek nayê bîra min, lê di bîra min dane, dewya salê heftêyî, rojeke payîzê bû, lawê xatîka min Ahmedê Gogê, serokê para axavtinên kurdî ya Radioya Yêrêvanê minra têlêfon vekir:
-Esker ez dixwezim tu niha bêyî cem me“Mala Radioyê”, tiştekî pir balkêş heye.
Bextra ez wê sehetê pir mijûl bûm. Şêwra zanyariyê ya înstîtûta ciyê karê min hebû. Tu çare ji çûyînê ra tune bû.
Min derheqa mijûlbûna xwe jêra got.
-Heyf,- Ahmed got,- de wusane, hema pey kar ra filan qawexanê em rastî hev bên.
Dema kivşkirî ez gihîştim qawexanê. Kurxatiyê min êdî li wur rûniştî bû, qawe veduxwer, fîncana qawa min jî hîvya min bû.
-Vê sibê, rîspîkî 65-70 salî hatibû bal me: Mala Radioyê,-Ahmed dest bi gilyê xwe kir,- tu bi xwe jî zanî, ji bo dengê wan binivîsin, stirana bêjin mirov timê ji gund û bajarên Ermenistanê û dorê tên Mala Radioyê. Min jî zanibû hevalê me ew cwamêr teglîf kirine.
Cwamêr hate hundur, silav da me, lawika jêra kursî danîn rûnişt:
-Bibaxşînin, eyb tê nîbe, gelo Ehmedê Gogê li vir e?- bi pirs ewî deyli me kir.
Min go: “Ezim xalo, keremke!”
-Rast e, tu nebiyê Ûsiv Begê yî?
-Belê rîspî,- min cawa wî da,- ez nebiyê Begim, lawê keça wî me.
-Rehma Xwedê li Beg be, gelî hazira hîvî dikim, hûn jî bi kerema xwe rûnên guh bidine min, ezê we tevara çîroka xwe û Ûsiv begê gilîkim. Beg çûye dinya heq, em dinya neheq da ne. Ez îro heme, di nava weda, li vî cîyê pîroz rûniştîme xêra wî cwamêrî ye. Ji wê rojê pêncî salî zêdetir derbas bûye. Gelek tişt hatine guhestin. Min gelek cwamêr û evdê hêja, qencî-xirabiyê dinê dîtin, lê çi ku Beg kir, qet ji bîra min naçe. Her sibe dua’yê dikim û rehma Xwedê ruhê Beg ra dixwezim.
Sal 1919 yanê 1920 î bû. Dem pir xirab bû. Ew çend sal bû ev navça Ermenistan, Nexîcêvan, Bayazêt, Qers, Erzirûm, Wan bûbûn meydana qetil, zulm û xûnê. Kê- kê kuşt, kê -kê talan kir çû-çû, anarxîya bû, xweyî-xudan tunebû. Fîdayînê ermeniyan, siyarê hemîdiyan, qaçax û talançî, leşkerên tirka kom-kom digeriyan, nava wanda şer û dew bû. Xudê yekî bistanda biketa destê wan, xilazbûn tune bû. Xelk ji hev kiribûn dijmin.
Hêzên Rûsa kişyabûn, çûbûn. Kurdên meye musulman xwe dabûne alyê tirka, êzdî tevî ermeniya bûbûn. Mecbûrî bû, şerê mirin-jîyanê bû. Xelk newêribûn mala xweda razana, Kes newêribû ji gundê xwe derketa. Kurde musulman gund û werê xwe diterikandin berbi kûraya Kurdistanê, alyê Wanê, Erzirûmê, Mûşê direviyan, êzdî jî direvyane Ermenistana niha, deşta Rewanê. Xelayî-nexweşî, rev–bez, kes xweyê serê xwe nîbû, kesî nizanbû axirîyê çawabe. Serê evdekî yê mirîşkekî yek bû. Dê ewledê xwe davît.
Payîz bû. Malê me qicleke nêzkaya nehiya Telîna niha bû. Weke 50 km dûrî vê Rewanê-Yêrêvana niha. Em nû ji zozanê Elegezê dagerya bûn û me hazirya xwe didît barkin, berbi Wanê herin. Li wur mayîn êdî ji mera dest nedida. Me gundekî da, li cem mirovên xwe cî kiribû, sewal jî hema ji zozana şandibûn. Mala xalê min jî qicla cînar bû. Qicle mezin nîbûn, her yek sê-çar mal bûn. Gişk jî wek malbetekê: tev xal-xarzî, ap-birazî bûn.
Ez xortekî 15-16 salî bûm, serê min germ bû. Rabûm, min go ezê herim qicila din, mala Xalê xwe. Xalê min mêrê mezin e, kes tune alî bike, lawê wî kerê pêzra çû ne. Hin ezê alî xalê xwe bikim, malê barkin, hin jî cawê bidime wan ku wê şevê xelkê herd qicilan bigihîjin hev û berbi Wanê rêkevin.
Bavê min, diya min rabûn, ber min sekinîn, gotin:
-Kuro, lawo neçe, dora me qetil û zulme, tu çima rabûyî ser qedayê?
Çi kirin, min gura wan nekir, ketime rê û berê xwe da mala Xalê xwe.
Navbera herdu qicila da newaleke wek geliya hebû. Rê li wurra derbaz dibû. Hema gêlî da du fîdayê ermenya bi tivinga pêşiya min girtin. Min xwest birevim, mecal nedan, yakî milê min girt, yê din bi quntara tivingê da pişta min. Ez avîtime erdê.
-Kuro tu kêyî, kuda diçî?- bi kurmancî min pirsîn.
Min go, xwedêgiravî, dema em ji zozana dageriyane gayê me unda bûye, ez gê digerim. Koça me jî wê li pij wê newalê danye, hîviya min in -min alyê qicila me nîşanî wan da, bi wê hîviyê ku tev wan em herine qicilê êdî newêrin dest bidine min.
-Derewa dikî, bêje kê tu şandî? Tê herî ku? Tu cesûsê kêyî? Yên tu şandine kune?
-Heyran,- min got,- ezê çima derewa bikim, ez kesî jî nas nakim, ez gayê me digerim…
-Gundê we kuye? Ji kîjan êlêyî?
„Hema ez bêjim, ez ji van qicla me û bizanbin ez musulman im wê cîda min bikujin û herin, kêye xweyê min?“,-ez fikirîm û min got: “Gunde çi, êla çi? Em e koçerin. Ez gayê me digerim. Bihêlin ez herim, lezim. Min tiştekî xirab nekiriye”.
-Serê xwe vî kûçikî ra neêşîne, em jî lezin,-fîdayîkî gote yê din.
-Lê em çawa bikin?
-Nanihêrî musulman e, ziyana me jê heye. Me dixapîne, fişekekî berî serê wîde em herin, wana ewqas ermenî kuştin…
Evî demençe ji pişta xwe anî xar, çeqmeqa wê kişand û rastî min kir.
-Heyran,- bû zarîna min,- min çi xirabî wera kiriye? Hûn çima min dikujin…
-Bêje, tu meryê kêyî? Tê kuda herî? Diçî cem kê?
-Xwe tu êzdî nînî?- yê din axavtina wî berdewam kir.
Ewî dema got: “Xwe tu êzdî nînî?”
Ji tirsa min got: “Ez êzdîme, lê çime”.
-Bîc e, dixapîne, bihêle ez fişekekê berdmê, musulman e, em lezin…
Evan herda dest pê kirin ermenkî axivîn. Min zimanê ermenî nizanbû, tirsa çokê min sist bûbn. Min go êdî dewya min hatiye, wê min bikujin. Ez ku? Êzdî ku? Hema navê êzdîkî min bizanbûya? Di nav axavtinê da yekî navê Ûsiv beg got. Ez jî ne haj êzdiya heme, êlê wan, gundê wan. Tenê êlêda digotin navê begê êzdiyan Ûsiv beg e, li nav dewleta Ermeniya da ne. Digotin êzdî xirabin, xûnxurin, li ku musulmana digrin dikujin, xûna wan firr dikin, hevîtirşikê xwe bi xûna wmusulmanan distirên. Min jî dibin bidin destê êzdiya? “ Êzdî-êzdî, lê ji min bipirsin ji kîjan êlê me? Lawê kê me? Ezê çi bêjim?”
-Êzdî dostê me ne,-fîdayînekî got,- navê bavê te çiye? Ji kîjan gundîyî? Kîjan êlêyî? Emê te bivin tesmîlî mala we bikin.
-Ez meriyê Ûsiv beg im, navê bavê min Hesen e, em koçerin,- min bi girî got,- min berdin ez herim gayê me unda bûye. Belkî ez gê zû dibînim, diçim digihîjme koçê…
-Ga biterikîne, em zanin derewa dikî. Em diçine Yêrêvanê-Rewanê, cem Ûsiv begê. Beg tu nas kirî hemin tê herî mal, lê hema te em xapandibin…
Ez dame ber xwe û berê xwe dane Rewanê vê Yêrêvanê.
„Lê wekî Beg got ez nas nakim? Beg ne haj min heye? Ne me nas dike? Kê jî hebe wê bêje ez nas nakim? Beg ku, ez ku? Hemin êzdî jî xûnxur. Ketime destê wan xilazbûna min nîne? Çi ecêb bû hate serê min?
Gumana min tenê rev bû, difikirîm fesal bikevê ezê birevim di nava gêlî û zinara da xwe undakim.
Lê bextra herd jî weke zinara, sîlih hazir destê wan da, ez kiribûm navbera xwe dilivyan, mecala revê qet tunebû. Bi revim wê ese ezê bêm kuştin.
Bi van fikir û mitala berêvarê em gihîştine Rewanê û ber tamekî reş sekinîn. Ciyê hukumata Ermenistanê bû. Dora tam gişk fîdayê ermeniya, yên sîlihkirî bûn, agir wana dibarî. Mecala revê qet tune bû. Ez birime odekê, gotin hîvyê be. Ji wan yek çû. Pey demeke kin ra vegeriya:
-Beg dixweze te bivîne…
Tirsa lerizim, min go Beg niha yekî girî, gewdeyî, simêlmezin, neheq , çavê wî tije xûn, wê min bavêje nav piyê xwe… Hema ewê min bikuje, xûna min firke.
Wek berxê ber kêrê diricifîm, qidûm minda nemabû.
Ez jî nizanim çawa em gihîştine ber derê oda Beg, derî vekirin, ketime hundur, serê min ber minda, ancaxî xwe li ser piya digirim.
Cwamêrekî bedew, simêlê tenik, bejinzirav, cil-rihalê maqûl lê, beşerxweş, dêmê wî rehm li ber texte rûniştibû, kaxaz ber bûn. Meriv hewas dikir lê mêzekira. Bi beşereke rehm li min nihêrî, keniya û got:
-Kuro, lawo hûn çima malda nasitirin, şev roj ketine berî-beyarê Elegezê, li pey heywên… Nizanin dinyayêda çi diqewim e. Lê wekî dewsa van dostê min tu biketayî destê tirka, hemîdiya, musulmana halê teyê çawa bibûya?
Beg wanra ermenî axivî. Evana keniyan çûn. Min texmîn kir ku Beg ew dane bawarkirinê, ku min nas dike.
Em herd tenê man.
Halê min xirabtir bû, bê hemdî min çokê min sist bûn, tewyan, dilê min xweva çû, xûdana sar ser min ket û cîda rûniştim.
Beg halê min texmîn kir, ji cî rabû. Kûzê avê li ser textê wî danî bû. Ji kûz îskan tije av kir, da min.
-Vê avê vexwe, rabe, netirse, kes vira destê xwe nade te,- keniya bi dilovanî û destê xwe da serê min:
Min av vexwer, ruh minda hat, rabûm, sekinîm.
-Lawo tu kêyi? Minra her tiştî rast bêje, ez nahêlim kes destê xwe bide te.
Çi bûbû min jêra gişk rast got.
Beg serê xwe hejand, keser kûr rahîşt.
-Bêje bavê xwe, bira te bide pey xwe, herd tev herin cem axê êla we: S. Ew min rind nas dike. Me nanê hev pir xweriye. Bêjinê Ûsiv begê gotiye: “Eşîr bavê eşîrêye, axa-begên êla ra bêjin bira dest ji vê neyartiyê berdin. Pişta Roma reş negrin. Roma reş xweyîn e. Dijmin e, we dixapîne… Bese em bibin şûrê destê xelkê û koka hev bibirin. Romê karê xwe meşand wê paşê vegere ser we. Kurdên musulman… Here lawo!
Beg destê xwe hev xist. Cwamêrekî sîlihkirî hate hundur. Êzdî bû, bi texmîna min ji piştmêrê Beg . Herda xeber dan.
-Ser çavê min Keko, te çawa got, emê wusa jî bikin.
-Lawikara bêje hema îşev bira xort bigihînin mala bavê wî. Ez bizanbim têlek porê wî ji cî şaş bûye, hûn ji destê min xilas nabin.-De here lawo, mirovê te niha hîviya tene.
Min xwest destê wî ramûsim, nehîşt.
Cwamêrî ez birim odekê, nan-xwerin dane min. Deste kinc jî, nizanim ji ku anîn dane min.
Qasekê şûnda du lawkê din siyarî hatin, ez terekuya yekî siyar bûm, ajotin. Nîvê şevê em gihîştin qicila me.
Siyara zû ez danîm û vegeriyan.
Merivatiya me gişk mala meda civya bûn, şîn - girî bû.
Niha ez çi gilî dikim, bawar nakin…
Xulese me bar kir, çûn gihîştine gundekî qeraxê gola Wanê… Ez û bavê xwe çûne cem axê me, Axê me jî bi keser got:
-Cwamêrî xwendiye, zaneye, heq e. Lê tu çara me jî nîne.
Sal derbas bûn, xeberê Beg derketin, rastî jî Rom, hukumata Tirka, karê xwe rast kirin, Kemalê kor vegeriya ser me: kurdê musulman, axê me jî girtin, birin.
Sala 1926 a mecbûr me dîsa ber zulm-zora dewleta Tirk bar kir vegeriyan Nexîcêvanê, welatê Rûs, Sovêtê .
Vira jî raste, gulê sor hîviya me nîbûn, lê li wur çêtir bû… Vira jî me gelek rojên dijwer derbas kirin, êş, sirgûnî, malwêranî dît.
Eva zêdeyî pêncî salîye, tim Beg bîra min da ne, min navê lawê xwe yê mezin jî daniye Ûsiv, lê xwesina min ya sala bû, meryê Beg bivînim, dilê xwe li ber wan vekim û rehma xwedê wî evdê mezin ra bixwezim.
-Me dengê cwamêrî nivîsî, sibê emê bi radiyoyê bidin,-kurxatiyê min axaftina xwe berdewan kir,- tu sibê karî bibihîyî.
-Lê te pirs nekir ew li ku dimîne? Mala wî ku ye? gundê wan, adrêsa wî? Em rojekê biçine mêvaniya cwamêr.
-Qeza Naxîcêvanê ye. Adrêsa xwe jî got, navê gundê xwe jî, min gişk nivîsiye. Em herin wê pirr kêfxweş be… Lava dikir, digot werin, dora me Kurd pirin.
Em wusa jî neçûn.
Naha #AHMEDÊ GOGÊ# jî,lawê xatya min e Emê, rewşenbîr, rojnemevan, nivîskar, zanyarekî zimanê kurdî, evdekî nefsbiçûk êdî tune…
#DENGÊ KAL Û BAVÊN ME# , ku bi radiyoyê dane, nizanim dengxana radiyoyê ya Yêrêvanê da maye yan na, lê bîranînên wa yên tifaq û yekîtiya gel gerekê neyênine ji bîrkirin.
[1]