Assistant Prof. Dr. Necat KESKİN
Kurdish Language and Culture Department
Mardin Artuklu University
Destpêk:
Rojhilata Navîn di nav guhertinek dijwar de diherike, zemînekî şemîtokî ye û berî her tiştî divê siyasetmedarên ku li ser vê zemînê polîtikayan ava dikin, an jî dixwazin polîtîkayan ava bikin hay ji vê yekê hebin. Ji ber ku ev kes bi çalakiyên xwe her weha bandorê li ser çarenusiya gelê xwe jî dikin.
Ji aliyekî ve neçareserbûna pirsgirêkên olî (ya herî sereke şîa û sunne ye), ji aliyê din sînorên nexwezayî yên ji derve ve hatine xêzkirin ku gelek komên civakî, olî, çandî di nav xwe de dihewîne û li himber vê 'pirçandîbûn'ê desthilatdarên otorîter ên ku naxwazin mafên van koman bi wan bidin vê zêmînê her wext şemîtokî dihele û dibin sedema şêr di vê qadê de.
Buyerên ku wek 'bihara ereban' tên binavkirin jî li ser vê zemînê derketin meydanê. Wek tê zanîn 'bihara ereban' di sala 2010an bi xwepêşandanê li Tunusê destpêkir û di wextekî kurt de li wan welatê din ên weke Lîbya û Misir, Yemen û ya dawî Surî belav bû.1 Lê divê bê zanîn ku buyerên civakî ji ber xwe ve û bi carekê re dernakevin, bingeheke wanî dîrokî, aborî, siyasî, çandî he ye û di nav demê de dipijin hetanî bi awayekî derkevin ser ruyê erdê. Buyerên di Rojhilata Navîn de jî bi vî awayî ne û her çiqasî di dema osmaniyan de ev pirsgirêk bi perdeyek olî hatibin veşartin -dikare bê gotin bi rêbazek ademî-merkezî ku her 'çandek' xwedî mafê xwe bû- jî piştî fikra netewebûnê careke din derketin ser ruyê erdê. Yanî, bi gotineke din bingeheke dîrokî ya van şer, pevçûn û guherînên îro he ye û ji bo famkirina rewşa îroyîn divê careke din û bi hurgulî paşeroj, dîrok, şert û mercên demê bên nirxandin. Ji bo Rojhilata Navîn ku bandor li rewşa wê ya îro kiriye jî wek şerê cihanê yê yekemîn, hevgirtinên wê demê û encama wê derdikeve meydanê.
Ev şer, hevgirtinên siyasî yên wê demê, encamên şer belkî ji her gelekî zêdetir bandor li ser gelê Kurd ku gelekî di navenda 'rojhilata navîn' de ye kir. Rewşa îro ya kurdan jî careke din bi wan deman re têkildar xuya dike. Ji ber vê yekê jî di vê xebatê de dê bi kurtasî hinekî behsa paşeroja rewşa kurdan bê kirin, di çarçoveya netewebûn û hestên netewî de bêhtir li ser buyerên „iroyîn” dê rewşa kurdan ya îro, hestên netewî, siyaseta kurdan bê nirxandin û di dawî de jî wek encam dê amaje bi hinek pêşbîniyan bê kirin.