Navê pirtûkê: Xadim
Navê nivîskar: Selahattin Bulut
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2008
[1]
- Jêhat serê xwe bera ber xwe da.
- Hela destê xwe berde...
- Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand.
- Tu ne mêr î!
- Jêhat dengê xwe nekir.
- Tu tê were tu nayê ez radibim! Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda.
- Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji - wê kuçê ket yeka din û zîz bû..
- Winda bû.