Navê pirtûkê: Bazbend Kewname
Navê nivîskar: Ehmed Huseynî
Cihê çapkirina pirtûkê: Spanga, Swêd
Navê çapxaneyê: Apec-Tryck
Sala çapê: 1999
[1]
Eger hat û dawiya dawî xencer di kalanê de riziya
Eger hat û dawiya dawî hespê gumanê ji hişê te reviya
Eger hat û dawiya dawî kevoka cîhanê ji pêxîra te firiya
Eger hat û dawiya dawî nexşeya ziyanê di çavê te de giriya
Eger hat û birîna demê di gavên te de kûrtir bû
Eger hat û êşa gemê di bîr û baweriya te de pîrtir bû
Eger hat û zixta rimê di şevçirayên dilê te de tîrtir bû
Eger hat û renckêşana pênûsê ji zirt û fortan şêrîntir bû
Eger hat û Kewistana namûsê berê xwe da velerzîna te
Eger hat û xewrevînê serê xwe danî ser balgeha Zîna te
Eger hat û welatekî sed-serî bela xwe firot zanîna te
Eger hat û çar sînorên deyûz xwîna xwe xistin stûyê zemîna te.