Îro KPC-D`ê li Helebê Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat vekir da ku nifşê pêşerojê li ser fikrekî têgihiştî û rast ava bike. Li gorî metaryalên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî dibistana Şehîd Qehreman Efrîn, ev dibistana duyemîn e ji bo perwerdekirina zarokên taxê tê vekirin.
Bi armanca avakirina nifşekî li ser fikrekî têgihiştî û rast û li gorî metaryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê li herêma pîşeyî ya Şeqîf a li taxa Şêxmeqsûd dibistanek bi navê şehîd Avaşîn Demhat vekir. Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku dema şehîd Avaşîn Demhat di berxwedana taxa Şêxmeqsûd a li hember êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Li gorî rêveberiya KPC-D`ê, dibistan dê ji bo xwendekarên qonaxa seretayî be û wê perwerde ji zêdetirî 500 şagirtan re peyda bikin.
Di merasîma vekirina dibistanê de, rêvebera KPC-D`ê Zayde Reşîd û hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivîn.
Zeyde Reşîd di destpêka axaftina xwe de vekirina dibistanê li şehîdan, rêber Abdullah Ocalan û hemû malbat û saziyan pîroz kir û ji xwendekaran re di xwendina wan de serkeftin xwest.
Zeyda Reşîd diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser esasê nasnameya ku bi ziman hatiye parastin hatiye avakirin û got: Li ser vê bingehê em ji bo vekirina dibistanên ku fikrên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk belav dikin da ku nifşekî azad û têgihiştî ava bikin, dixebitin.
Welat Mamo jî got ziman û çand bingeha hebûna mirovahiyê ne û pêdiviya wan bi nasnameyê heye û wiha domand: Dijminên gelê Kurd li ser esasê jinavbirina me şerê me kirin. Bi rêya tunekirina zimanê me jî xwestin me qir bikin.
Mamo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku avakirin li ser esasê çandeke rast a li ser bingehê qebûlkirina hemû ziman û çandan, ew ê bibe sedema afirandina pêşveçûnek berbiçav, wekî ku di civakên kevnar de pêk hat ku di pêşveçûna xwe de ji pirrengiya çandî sûd wergirtin.
Dibistan ji aliyê dayîka şehîd Avaşîn Demhat ve hat vekirin.
[1]