Nav: Kenan
Nasnav: Kenan Subaşı
Navê Bav: Zeynelabidîn
Navê Dayîk: Sabiha
Salaa jidayîkbûnê: #04-05-1989#
Cihê jidayîkbûnê: Mûş
$Jîname:$
Li Milazgirta Mûşê li gundê Şêbo di sala 1989an de hatiye dinê. Perwerdeya xwe ya lîsansê di sala 2011an de li Zanîngeha Stenbolê di beşa mamostatiya tirkî de temam kir. Li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de li ser mamikan nameya xwe ya masterê, li Zanîngeha Dicleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de li ser çîrokên gelêrî nameya xwe ya doktorayê nivîsî. Niha li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mamostatiyê dike. Dersên “Vegêrana Gelêrî”, “Mîtolojî û Folklor”, “Edebiyata Zarokan” û “Vegêrannasî”yê dide xwendin. Ji bilî zimanê Tirkî û Kurdî bi Farisî jî dizane. Ew herweha bi navê Kenanê Nado jî tê zanîn. Gelek xebatan bi vî navî jî kiriye. Wî di navbera salên 2010-2013an da serpereştiya kovaroka Pêngavê kiriye û 10 hejmar jê weşandiye. Ji bilî vê di navbera sala 2013-2015an da edîtorîya kovara Zarokan a bi navê Bûka Baranê kiriye û 6 hejmar jê çap û belav kirine. Herweha bi navê Kenanê Nado di kovarên weku Nûbihar, Tîroj, Çirûsk, Nûpelda, Wenda, Asîva, Wyê da nivîs, çîrok û helbestên wî belav bûne. Ji bilî van xebatan gelek kitêb, edîtorî, gotar û wergêranên wî bi navê Kenan Subaşı çap bûne ku li jêr hatine rêzkirin:
$Kitêbên wî yên weşandî ev in:$
1.Gotarên Zimannasiyê, Nûbihar, 2017, (Edîtoryal digel Resul Geyik)
2.Pirsname-Bankeya Pirsên Kurdî, Dara, 2017, (Xebata Lijneyî)
3.Girr û Gallî Mindallanî Kurd: Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Zarokan a Kurdî, Nûbihar, 2018
4.Mamik Bo Zarokan di Fêrkariya Ziman de, Peywend, 2021.
5.Mîtos û Edebiyat: Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de, Nûbihar, 2022, (Edîtoryal digel Shahab Vali)
$Wergêranên wî yên weşandî ev in:$
1.Kürt Meşhurları Tarihi-I. Cilt, Hîvda İletişim Yayınları, 2017 (Farisî-Tirkî)
2.Kürt Meşhurları Tarihi-II. Cilt, Hîvda İletişim Yayınları, 2021 (Farisî-Tirkî)
3.Zarokên li ber Tevna Mehfûrê, Nûbihar, 2022 (Farisî-Kurdî)
$Gotarên wî yên weşandî ev in:$
1.SUBAŞI KENAN (2023). Fesad û Bêbext di Trajedîya Evînê da: Weku Nimûne Destanên Evîna Mêjûyî. Mukaddime, 14(1), 148-176., Doi: 10.19059/mukaddime.1243035
2.SUBAŞI KENAN (2022). Dêw û Formên Wan di Folklora Kurdî da. Nûbihar Akademî, 4(17), 71-100.
3.SUBAŞI KENAN, MERAL AYDIN, AKHAN BAHATTİN (2022). Analysis of Alaaddin Seccadi's Children's and Early Youth Stories According to Children's Literature Criteria. The Journal of Mesopotamian Studies, 7(2), 220-242., Doi: 10.35859/jms.2022.1156114
4.SUBAŞI KENAN, DİREKÇİ Lokman (2021). Wergereke ji Erebî Bo Fellîhî û Kurdî-Gerşûnî di Koleksîyona Eduard Sachau de (Çîroka Sed û Şêst û Duyem a Hezar û Yek Şevê). e-Şarkiyat İlmi Araştırmaları Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR), 13(3), 1035-1057., Doi: 10.26791/sarkiat.989490
5.SUBAŞI KENAN (2021). Nirxandina Helbestên Zarokan ên Kurdî li Gorî Rastîya Zarokan û Îzafîyeta Zarokan. Mukaddime, 12(1), 220-248., Doi: 10.19059/mukaddime.803810
6.SUBAŞI KENAN (2021). Lîstikên Zarokan yên Qedîm û Berdewamîya Wan li Devera Hekarîyê. Folklor û Ziman, 2(1), 61-96.
7.SUBAŞI KENAN (2020). Destnivîsên Mecmû‘eyên Kurd (21-22-47) ên di Koleksîyona Alexandre Jaba de (Nûbar û Eqîdeya Îmanê). Kurdiyat(1), 23-44., Doi: 10.5281/zenodo.3895042
8.SUBAŞI KENAN (2020). Tesîra Zimanê Tirkî Li Ser Devoka Serhedê: Wekî Nimûne Milazgirta Mûşê. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, 8, 61-70., Doi: http://dx.doi.org/10.18506/anemon.832149
$Beşên di kitêban da:$
1.Feqînasî - Mîrasa Feqiyê Teyran, Navê Gotarê:(Berawirdkirina Kela Dimdimê ya Feqîyê Teyran û Varyantên Gelêrî ji Hêla Vegêranê ve) (2022)., SUBAŞI KENAN, Peywend, Editör:Timurtaş Abdulhadi, Tek Ayhan, Özdaş Haşim, Omer Ahmad Hêmin, Acar Mustafa.
2.Ekoller ve Kurumlar-Dil Bilimleri, Navê Gotarê:(Weku Sazî û Dezgeh Xebatên Li Ser Folklora Kurdî) (2022)., SUBAŞI KENAN, Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları, Editör:Doru M. Nesim, Gökdağ Kamuran.
3.Waneyên Zimannasîyê, Navê Gotarê:(Tîpolojî û Polînkirina Zimanî) (2016)., SUBAŞI KENAN, LÎS, Editör:Altınkılıç Ümran.
$Pêşkêşî û Konferansên Beşdarbûyî:$
1.Pirnavîya Cureyên Vegêrana Gelêrî û Nestandartbûna Wan di Kurdiyê de , SUBAŞI KENAN (2022).. Sixth International Scientific Conference Kurdish Folklore, 527-550.
2.Bâbâ Merdûh Rûhânî’nin Târîh-i Meşâhîr-i Kürd Adlı Eserinde Anılan Bitlisli Kürt Âlim Arif Edib Şair ve Emirler , SUBAŞI KENAN (2021).. ULUSLARARASI BİTLİS VE YÖRESİ MANEVİ MİMARLARI SEMPOZYUMU, 64-93.
3.Nimûneya Sê Kovarên Zarokan Ên Kurdî Di Peywenda Desthilat Perwerde û Zarokê de, SUBAŞI KENAN (2017).. Uluslararası Sosyal Bilimler Kongresi.
4.Di Edebiyata Kurdî de Pexşan û Ceribandin , SUBAŞI KENAN (2015).. Sosyal Bilimler Genç Akademisyenler Sempozyumu 1, 206-221.
[1]