SEMİYOTÎK Çİ YE ?.
Mehmet Yonat.
Di nav Waneyên Zimannasîyê de.
Kovara Wêje û Rexne, 2016.
Semiyotîk xebatên wate-çêkirin û pêvajoyên nîşanekan, û komînîkasyona wetedar e. Ew di nav xwe de xebatên nîşanekan û pêvajoya nîşanekan (semiosis), nîşan (indication), desîgnator, wekhevbûnî, analogy, metafor, sembolîzm, signîfîkasyon û komunikasyonê dihewîne. Semiyotîk zêdetir bi wê aliyê zimanzaniyê ve eleqedar e ku li ser strûktûr û wateya ziman disekine. Xebatên nîşanek û sembolan perçeyên watebar (significant) yên komunîkasyonê ne û keveneşopiya semiyotîkê li pey kifşa wan perçeyên watebar dikeve. Ji zimanzaniyê cudatir, semiyotîk li ser xebatên sîstemên nîşanekan yên ne zimanî jî dixebite. Semiyotîk piranî di nav sê şaxan de tê xebitîn: semantik, sentaktîk û pragmatik (Chandler, 1997) Bi awayekî din semiyotik; ne tenê wan nîşanekan dixebite ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin, le heman demê de wan tiştan jî dexebite ku temsîlên tiştên din in. Di vê xebatê de bi nêrînên Saussure û Charles Peirce ve mijara semîyotîkê hatiye terîfkirin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=434787&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: SEMİYOTÎK Çİ YE=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 980 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!