Nav: Îsmaîl Heqî
Nasnav: Îsmaîl Heqî Şaweys
Navê Bav: Elî Resûl
Sala jidayîkbûnê: 1894
Dîroka koçkirinê: #12-05-1976#
Cihê jidayîkbûnê: Mûsil
Cihê koçkirinê: Silêmanî
$Jîname:$
Îsmaîl Heqî Şaweys, di sala 1894an de li Mûsilê hatiye dinyê. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina seretayî kirîye û li Bexdayê xwendina xwe ya navîn temam kirîye. Dû re, li Stenbolê Herbîye xwendîye û wek mulazimê duwem tevî artêşa Osmanî bûye.
Di şerê Balkanan de li Selanîkê dîl ketîye. Pişt re vegerîyaye Stenbolê û di Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Osmanî de tevlî şer bûye. Di Sibata 1918an de vegerîyaye Silêmanîyê, ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û Îngîlîzan de şer hebû, Îsmaîl Heqî Şaweys jî di nav berxwedana Kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi Îngilîzan re hevdîtinan pêk tîne. Piştî şkestina serhildanê di sala 1919an de di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920an de bi rutbeya yuzbaşîtîyê di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi Ermenan re dibe. Û bi rutbeya bînbaşîtîyê heta sala 1927an li Şerê Rizgarîya Tirkiyê cih digire.
Piştî ku dev ji efseriyê berdide, diçe Iraqê. Ji wir jî diçe Parîsê. Dîsa vedigere Iraqê û di nav artêşa Iraqê de dibe efser lê îngilîz wî bi teşebusa suîkastkirina qiralê Iraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemenîya Parîsê de derbarê doza kurdayetîyê de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Iraqê. Çendekê qaymeqamtiya çend navçeyan dike û ji ber faaliyetên kurdayetiyê ji kar tê avêtin. Heta dawîya temenê xwe her tim doza kurdayetiyê dike û gelek caran jî cezaya zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê-cihê radizê. Gelek gotarên wî li kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne. Îsmaîl Heqî Şaweys di 12ê Gulana 1976an de çûye ber dilovanîya Xwedê.
[1]