=KTML_Bold=DANASÎNA NUSXEYÊN DESTXET ÊN BERHEMÊN #FEQIYÊ TEYRAN# ÊN KOLEKSÎYONA ALEXANDER JABA=KTML_End=
Koleksîyan destxetên kurdî ya Aleksander Auguste Jabayî ya ku bi alîkarîya Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye amadekirin di dîroka xebatên Kurdolojiyê de xwedî payeyekî bilind e. Ji ber ku hem derbarê Kurdan û jiyana wan a di sedsala 19an de agahiyên berkeftî dayîne, hem jî gelek helbest, çîrok, destan û mesnewî ji nemanê xilas kirine û gehandine roja me. Ev koleksîyon ji bo tarîxa edebiyata kurdî jî girîng e, ji ber ku digel gelek xebatên dî yên edebiyata klasîk, edebiyata gelêrî û qadên dîtir ên wekî tarîx, bawerî, civaknasîyê Jaba di nava vê koleksîyonê de heşt helbestvanên Kurd ên edebiyata klasîk a kurdî jî dide nasin. Navê Feqiyê Teyran jî di nava wan helbestvanan de tê hejmartin û derbarê jiyan û berhemên wî de agahî tên dayîn. Herwiha di koleksîyonê bi xwe de digel gelekên dî ên di berhevokên cuda cuda de, şeş nusxeyên berhemên Feqiyê Teyran ên serbixwe jî hene. Ji wan nusxeyan du lib destxetên Ey Av û Avê ne ku di dawiya wan de bêyî serenav qismek ji helbesta Îro qewî girya me tê heye. Her çar nusxeyên dî destxetên Şêxê Sen’anî ne. Ji wan nusxeyan yek destxeteke kêm e, lê yên mayî nusxeyên kamil in. Armanca vê xebatê danasîna hemû xebatên Feqî ne yên ku di koleksîyona Jabayî de hene. Em hêvî dikin ev xebat ji bo xebatên ku siberojê li ser Feqî bêne kirin, dê rêyekê bo lêkoleran veke û di peydakirina berhemên Feqî de karê lêkoleran hêsantir bike. Di xebatê de me behsa dîrokçeya koleksîyona Jabayî kiriye, derheqê jiyan û berhemên Feqiyê Teyran de bi kurtasî agahî pêşkeş kirine û me her şeş nusxeyên serbixwe yên Ey Av û Avê û Şêxê Sen’anî digel du nusxeyên dî yên menzûmeya Ey Ev û Avê yên ku di mecmûayên cuda cuda de cih digirin, di bin banê 27 xalan de dayîne nasîn. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=598683&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin DANASÎNA NUSXEYÊN DESTXET ÊN BERHEMÊN FEQIYÊ TEYRAN ÊN KOLEKSÎYONA ALEXANDER JABA=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 154 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!