11’ê Reşemeya sala 1357’an (Adara sala 1979) a Rojî salvegera birêveçûna mîtînga #Mehabad#ê û ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ ye.
Li gor rapora #Kurdistan#media, di vê roja dîrokî de, ku 19 rojan piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bû, Dr. Qasimlo sekreterê giştî yê PDKÎ peyamek pêşkêş kir.
Di vê peyamê de navbirî piştgiriya PDKÎ ji şoreşa xelkê Kurdistanê û hemû gelên Îranê ragehand, û banga yekîtî û biratiyê di navbera neteweyên Îranê û hêzên nîştimanperwer de kir, û herwisa derheqê pîlanên dijminan bona binpêkirina mafê neteweya Kurd hişdarî da.
Malpera Kurdistanmedia bona zêdetir agehdarbûna ji rewşa wê demê ya Kurdistan û Îranê, gotûbêjek di gel Seyîd Elî Rehmanî yek ji beşdarên mîtînga Mehabadê pêk anî.
Seyîd Elî Rehmanî : “Bi raya min li mîtînga PDKÎ di bajarê Mehabadê de, 250 hezar kes beşdar bibûn”.
Kurdistanmedia: Hûn wekî kesekî ku di mîtînga Mehabadê de, dema ku xebata eşkere ya PDKÎ hate ragehandin de, beşdar bûn, bi baweriya we çend kes beşdarî mîtîngê bibûn?
Seyîd Elî Rehmanî: Belê ratst e, ez li salvegera eşkerebûna xebat PDKÎ, di 11’ê Reşemeya 1357’an de, (Adara sala 1979) ku bi awayê mîtîng ji aliyê Dr. Qasimlo ve birêve çû, min beşdarî kir. Diyar e ku min di rojnameyên wê serdemê de dîtiye ku bi çi şêweyekê bas jê kirine, diyare rojnameyan nivîsandibûn ku 90 heya 100 hezar kesî têde beşdarî kirine, lê bi raya min 250 hezar kes têde beşdar bibûn. Dikarim bêjim ew hinda ku xelkê hizbî, û dostên partiya me hatibûn, du hember jî, xelkê asayî hatibûn.
Kurdistanmedia: Bo çi ew hemû xelka di rêûresma eşkerebûna xebat PDKÎ de beşdarî kirin? Hewcehiya ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ çi bû?
Seyî Elî Rehmanî: Di vê serdemê de rewş ecêb û cihê heyrîmanê bû, kesên ku rewşa wê demê nedîtibûn, her çi di vê derheqê de bixwînin, her ne tewaw e, ji ber ku di dawiya salên deshilata pehlewî de, rewş bi awayekî bû, ku her girûpek di eşkerekirina helwestên xwe de serbest û azad bû, yan aliyê kêm, eva encama rewşa şoreşgerî bû, bo mînak di wê serdema dijwar de, Sîros Nehawendî ku wezîrê derbarê bû, girûpeke gellek gellek çep bi navê “Şefeqê Sorx” (Şefeqa Sor) ava dike, û bi hezaran ciwanî bo aliyê xwe radikêşe, û karê wî jî sertir ji komonîzmê dibe, û di dawiyê de bi qazanca împeryalîzmê bi dawî tê. Lê heke em li rewşa Kurdistanê binêrin ku rewşa wir gellek di cihê xwe de ye.
PDKÎ partiyeke nenaskirî nebû, jiber ku aliyê kêm dîroka Komara Kurdistanê piştgirî lê dikir, û PDKÎ cîhan dinasî, û cîhanê jî ew nas dikir. Hewce bû ku di rojeke diyarîkirî de wî karî bike û bêje ku em jî di qadê de ne.
Kurdistanmedia: Rewşa xebata PDKÎ berî wê serdemê wate ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ çawa bû?
Seyî Elî Rehmanî: Zêdetir ji çar mehan bû, ku hevalên PDKÎ, li derveyî Îranê, û dûr ji welat, jiyan kiribûn û jiyaneke bi êş û azar hebûn, bi awayekî veşartî di nava bajaran de girûpên biçûk ên du - sê kesî pêk anîbûn, û jêve bûn ku rewş her wekî caran e.
Di wê serdemê de Dr. Qasimlo hizra eşkerebûna xebata PDKÎ anî ber bas, û li roja 11’ê Reşemeya 1357’an (01.03.1979) di civînekê de ku pêştir min bas kir, xebata eşkere ya PDKÎ ragehand.
Kurdistanmedia: Bas ji rûdawên di nav mîtînga Mehabadê de, ji me re bike?
Seyîd Elî Rehmanî: Xelkekî zaf ê hizbî û xeynî hizbî, di mîtîngê de beşdar bûn. Jin û mêr bi hevre beşdar bûn, û di bîra min de ye ku nêzîkî 150 jin û mêr bi hevre û bi kincên curbicur, bi awayekî xwerist di nava meydanê de bi çeka Birnoyê rêjê diçûn. Ew civîn çar heya pênc demjimêran dom kir, û Dr. Qasimlo bixwe ew rêve dibir.
Diyar e ku di wê serdemê de kesekî wekî Dr. Qasimlo mixabin me tunebû, ku bikare wî karî bi başî bi rêve bibe, eva jî sedema wê, vedigere ser vê ku PDKÎ heya niha çar nivş bi xwe ve dîtine. Yekem: Pêşewa Qazîmihemed û hevalên wî bûn ku piştî hiloşîna Komarê û piştî vegeşîna PDKÎ di sala 1327’an (1948) de, tenê yek kes jî ku di Komarê û avakirina PDKÎ de beşdarî kiribû, di vegeşîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de, beşdarî nekirin.
Wate ên ku di vejîna PDKÎ di sala 1327 (1948) de beşdarî kirin, dibne nivşa duyemîn, ku ew jî Dr. Qasimlo û hevalên wî ne.
Niha nivşa sêyemîn di PDKÎ de dehsilatdar e. Bo mînak birêz Mistefa Hicrî sala 1358’an bûye endamê PDKÎ. Wate navbirî ne serdema Komarê dîtiye û ne jî serdema vegeşîna rêkxistinên PDKÎ piştî salên 1327 (1948) dîtiye, lê berevajiyê qonaxên pêşîn, niha nivşa sêyemîn û çaremîn di PDKÎ de, bi hevre xebatê dikin, û ezmûnan nîşanî hevdu didin. Lê ez ne bawerim ku %2 ji nivşa duyemîn ya PDKÎ, wate yên ku di salên 1327 (1948), 1332 (1953) , 1338 (1959), 1342 (1963), 1346-1347 (1967-68) xebat kirine û heps dîtine, piştî sala 1357 (1979) beşdarî xebatê bibin.
Kurdistanmedia: PDKÎ piştî ragehandina xebata xwe ya eşkere, tevî wê ku hemû komîteyan li sertaserî bajarên Kurdistanê de divejîne, heya çend di meydana eşkere ya xebatê de beşdar bû?
Seyîd Elî Rehmanî: Berî vê ku ez bersiva vê pirsyarê bidim we, ez dixwazim tiştekê bêjim. Dr. Qasimlo emir dike: “Em herçend ku zêdetir bimînin, û neçar bi şerkirinê nebin, bo me qazancek zêdetir heye”. Ji 11’ê Reşemê ve ku rêkxistin û komîteyên partiya me di bajaran de hatin avakirin, û bixwe hatûçûn û çalakî hebûn, heya 28’ê Gelawêja sala 1358’an (1979), ku Xomêynî biryara cîhadê li dijî neteweya Kurd ragehand, xebata eşkere ya PDKÎ berdewam bû.
Kurdistanmedia: Gelo PDKÎ di wê serdemê de tenê xebata medenî dikir, yan çekdarî jî hebû.
Seyîd Elî Rehmanî: PDKÎ her tim çekdar bûye, lê her tim çek li ser milan nebûye. Piştî eşkerebûna xebat PDKÎ, heya destpêka biraya cîhada Xomêynî, tu şer û pevçûnek rû nedaye, da ku partiya me çekê bi kar bîne, û komîteyên PDKÎ di cihê xwe de, çalakiyên xwe dikirin.[1]