Bi diruşma Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li #Qamişlo#yê dest pê kir.
Bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran 8.Mîhrîcana Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîran a #Rojavayê Kurdistanê# (#HRRK#) ya li Qamişloyê dest pê kir.
Di çalakiyên roja yekemîn de gelek hunermend, helbestvan, rewşenbîrû nivîskar û nûnerên ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê amade bûn.
Li wir, endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê nivîskar #Ehmed El Huseynî# axivî û spasiya kedên li ser lidarxistina mîhrîcanê û armancên wê da û wiha got: Armanca mîhrîcanê parastina çand û hunera Kurd e û rola wê di dewlemendkirina wêjeya Kurdî de heye.
Li aliyekî endamê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir û wiha got: Desteya Çandê dê destekê bide hemû çalakiyên çandî û hunerî li herêmê. Ji ber ew çalakî dikevin ximzetî çand û hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di mîhrîcanê de, Helbestvan Taha Hisên du helbest xwendin, piştre şanoyek ji hêla Şevzan Mehmûd ve hate pêşkêşkirin. Her wiha koma mûzîkê ya HRRK′ê gelek stranên folklorîk ên kurdî pêşkêş kirin.
Dê bernameya roja yekemîn bi dayîna semînerkê bi sernavê Nifşa (Z) li ser çawanî û taybetmendiya sosyolojiya ji hêla Çinar Salih ve dewam bike. Dê gelek helbest, kurteçîrokên bi zimanên kurdî û erebî werin xwendin û sînevîzyonek bi sernavê Pelê Karînka saet di 19:00′an de were pêşandan.
Li gorî komîteya amadekar, çalakiyên mîhrîcanê dê heta 20ʹê Mijdarê dewam bikin. Dê 4 şano, 10 belgefîlm, 75 helbest, 25 kurteçîrok, 24 panelên diyalogê û 7 semîner hebin. Dê mîhrîcan bi dayîna xelatan ji hêla HRRK′ê ve bi dawî bibe.
Mîhrîcana yekemîn di 2014′an de, ya duyemîn 2015′an, ya sêyemîn 2016′an, ya çaremîn li li Almaniya, ya pêncemîn di 2018′an de li Kobanê, ya şeşemîn di 2019′an de, ya heftemîn 2020′an li Qamişloyê û di 2021′an de ji ber belavbûna Koronayê nehat lidarxistin.[1]