Nivîskarê kurd, doktorê tundurustîyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî , ku bi awayekî din jê ra Şalîkoyê Îsko Amîryan jî dibêjin, sala 1945an li bajarê Tbîlîsîyê, paytextê Gurcistanê hatîye dinyayê. Dû ra malbeta wan cîguhastî li Ermenîstanê dibe.
Zarotî û xortanîya nivîskar li Ermenîstanê, gundê kurdan Dêrikê da derbaz bûye. Gerdenzerî di nav lawên çiya yên dilsoz, bi xîret, rastgo û welatparêz da mezin bûye.
Sala 1964an ew li Zankoya bizîşkîyê ya paytextê Ermenîstanê – Rewanê da tê qebûlkirin. Sala 1970î ew Zankoyê temam dike û berê xwe dide bajarê Çîmkendê, li komara Qazaxistanê û 11 salan li wir karê bizîşkîyê-şîrûrgîyê dike. Sala 1978an wezîreta saxlemîparastinê ya Qazaxistanê navê şîrûrgê dereca yekê dide Ezîz. Hema di wê salê da lawê kurd di hêla bizîşkîyê da dibe doktorê zanyarîyê.
Sala 1981ê Ezîzê Îsko vedigere Ermenîstanê, du salan li Zankoya bizîşkîyê ya komarê da mamostatîyê dike, lê ji sala 1983an hetanî sala 2002an li Înstîtûta Rewanê ya Proktologîyê da wek şîrûrg kar dike, dibe serokê beşa qebûlkirina nexweşan-dîagnostîkîyê. Di nav wan salan da ew weke 5000 emelîyetan dike û 32 miqalên ulmî dinivîse.
Lê wek ku nivîskar bi xwe dibêje, karê wî yê bingehîn edebîyet bûye. Ji sala 1960î da destpêkirî gelek helbestên wî di rojnama “Rya teze” da têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Rewanê têne xwendinê. Sala 1968an ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka helbestan ya Ezîzê Gerdenzerî bi navê “Kilîta dil” bê weşandinê. Lê wek gelek caran, di rûyê serokê weşanxaneya pirtûkên kurdî yê wê demê ew pirtûk çap nabe. Lê Ezîz dest ji nivîsarê bernade û li almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara teze” da, ku her sal li Ermensîtanê çap dibû, gelek helbestan, çîrokan, pîêsan diweşîne. Ji wana yên berbiçev ev in: “Dewata bê def” (romanok), “Sêrênada evîntîyê” (destan). Sala 1990î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê ronahî dibîne. Hema di wê salê da pîêsa wî ya bi navê “Zarîna çiyan” derdikeve û şanoya Tbîlîsîyê ya kurdî ew nîşan dide. Dû ra ew şano ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da wek fîlm derbazî ser kasêta vîdêoyê dibe.
Niha Ezîzê Gerdenzerî li ser du pîêsan kar dike: “Teyrê çiya” (ji bo 100 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin) û “Xanê Çengzêrîn”. Eva dawîyê wek roman û romana “Gêlavêj” sala 1996an bi pirtûkeke cihê çap bûne. Herwiha romaneke wî ya din jî hazir e ji bo çapê – “Derdê çiyan”.