Nivîskar: Clémence Scalbert-Yücel
Wergêr ji fransî: Elî Paksirêşt [1]
Zimanê ku ji dema damezirîna Komara Tirkiyeyê heya sala 1991’an li Tirkiyeyê qedexe bû, di vê salê
da weşanên bi vî zimanî azad bû. Mirov dikare bibêje ku heya wê rojê nivîsîn bi kurdî di Tirkiyeyê da
tunebû.
Digel vê jî, girîng e bê gotin ku di salên 70’yî da ku serdema çêbûna partiyên kurd di Tirkiyeyê bû,
tevgereka biçûk a wêjeyî bi taybet der û dora kovara Tîrêjê derket holê. Piştî derbeya 1980’yî, ev
tevger şikiya. Pes, wêjeya kurmancî di sirgûnê û bi taybet di salên 1980’yî da geş bû. Diyasporaya
kurd li Swêdê da ji aliyekî va ji ber sirûşta penaberiya kurd li Swêdê û ji aliyê din va jî ji ber
ramyariyên (siyasetên) dewleta Swêdê ku kurdan ji wê baş mifa girt roleka berbiçav lîst. Armanca vê
nivîsê diyarkirina rola wêjeyî ya diyasporaya kurd li Swêdê ye. Loma, ez ê di destpêkê da bi kurtasî
taybetmendiyên diyasporaya kurd li Swêdê şirove bikim û piştre, ez ê qala ramyariyên Swêdî bikim ku
li gor dilê geşebûna wêjeya zimanê kurdiya kurmancî di vî welatî da ye. Di dawiyê da ez ê bibêjim ev
wêjeyê çawan li Swêdê hatiye holê û di çêkirina wêjeya kurdî di Tirkiyeyê da rola wê çi ye.