Ebdulqadirê Geylanî
(jdb. 1078 Gilan - m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê kurd ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.
Jînenîgar
Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadirê Geylanî ye. Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê.
Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav wî ev in: muhyeddîn (vejînendeyê dînî), Sultanê Ewliyayan û Xews
Wî 4 jin û 49 zaro (27 law û 22 dot) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.
Malbata wî
Ebdulqadirê Geylanî gelek xort û keçên wî hebûn. Bi navgîniya wan, emrê Qadirî li Misir, Afrîkaya Bakur, Endulus (Spanya), Iraq, Sûriye û Anatoliya belav bû. Yek ji kurên wî, Ebdurrehman Şerafeddîn Îsa, li Misrê bicîh bû û kalikê şerîfên Qadiriyên li Misrê ye. Neviyên Ebdulqadir Geylanî li Afrîkaya Bakur bi piranî wekî Şerif, û li Iraq, Sûriye û Anatoliyê wekî Seyîd û Geylanî têne binav kirin.[1]
Pirtûkên Ebdulqadirê Geylanî
Futuh al-Xeyb
El-Fath ar-Rabbani
Cala' al-Khawatir
Malfuzat
Al-Ghunya li-Talibi Tariq al-Haqq
Khamsata 'Ashara Maktuban
Al-Fuyudat al-Rabbaniyya
Bashair al-Khairat
Kitab Sirr al-Asrar wa Mazhar el-Anwar[1]