Navê pirtûkê: Zargotina Kurdên Sûrîyeyê
Navê nivîskar: Celilê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Wardoz Yayınları
Sala çapê:2018
1. pirtûkeke têr û tijî ye û bi aliyê (bnr: celîlê celîl) ve hatiye amadekirin. çapa pirtûkê ya yekem bi (bnr: tîpên kîrîlî di sala 1985an de li (bnr: êrîvan)ê der çûye. çapa latînî ya pêşîn jî 1989an de der çûye. destê min de çapeke li (bnr: uppsala)yê bi aliyê weşanxaneya (bnr: weşanên jîna nû) ve hatiye çapkirin heye.
pirtûk bi pêşgotina mamê ezîz, kedkarê zimanê kurdan, hosteyê devoka serhedê celîlê celîl ve dest pê dike. bi 9 beşên wekî;
1-destan, beyt, serhatiyên mêrxasiyê û yên evîndariyê
2-stranên evîndariyê-lawik û heyranok
3-stranên tarîxîyê
4-bend- dîlok
5-stranên govendê
6.stranên şînê-lawijok
7-stranên xebatê
8-stranên lîstikên zarokan
9-mamik-têderxistinok, hatine diyarkirin pêk tê.[1]