Navê pirtûkê: ÊZÎDÎTÎ Divê mirov rastiya wê li ku bigre, BERBI SURÊN CÎHANA KEVNAR VA.
Navê nivîskar: #Ezîzê Cewo#
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: J&J Yayınları
Sala çapê: 2017
ÊZÎDÎTÎ
Divê mirov rastiya wê li ku bigre
Ev berhem gaveke li ser rêya lêgerînên piralî yên di warê êzîdiyatiyê de, ya ku yek ji olên nebînayî û dergerdûnî ( êkzotîk) ya cîhana kevnar e; wek tê zanîn, di dewra XII da, Şêx Adî di nav bîrûbawerî û dîtina di derbarê sêwira cîhan û gerdûnê ya ola êzîdî da rêforma pêkanîne; lê, her çi jî hebe, evê olê gelek taybetiyên xwe heya rojaên me parastine; û ji vir û pêve jî lêgerînên bingehîn vê bîrûbaweriyê û dîtinên wê yên têgihiştina cîhanê, yên ku jibo vê olê bûne bingeh, wê gelek derfetan biafirînin, ku mirov wan guhertinên dîrokî ; ew derfet wê wisa jî kêrî lêgerînên teybetiyên civaka netewî-olî ya êzîdiyan bên, a ku li ser bingeha bîrbaweriyên ola êzîdî ava bûne.
Ev pirtûka Ezîzê Cewo (Mamoyan) a Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedasala 20 hildigire nava xwe. Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevanar a gelê, kurd êzdîtîyê û wê civaka netewi-bawerî da, tên nirx' anidin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye.
Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê saristanîya kevnar, ji dema padisahtiya Medyayê va û heya êzdîyên îro ravebikin. Û di vê lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê da tên ronikirin.
Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tews ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û siroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn.
Di vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî hep û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng. [1]