NETEWNAVÊ ‘KURD’ Û NAVÊ WELATÊ WAN DI ÇAVKANÎYÊN DÎROKÎ YÊN DEMÊN CUDA DE
Xerzî Xerzan
(Edîtorê zanistî: Ezîz ê Cewo)
Di derbarê çêbûna netewnavê ‘kurd’, wek ku di derbarê piranîya navên netewên kevnar de, di wêjeya zanistî da nêrîn, şirove û ravekirinên cuda rastî mirov tên. Bi vê mijarê di cîhana zanistê de gengeşî ranawestin.
Û ev xwezayê ye, lewra ku, zanîyayrîyên di derbarê çêbûna êtnogênêza kurdî de diçin digihîjin kûrahîya dîroka kevnar a şaristanîya cîhanê...
Di çavkanîyên cuda yên dîrokî kevnar de zanîyarîyê di derbarê protokurdan (pêşîyên rastedêr ên gelê krd) û welatê wan da hatine parastin... Û, xwezayî ye, di wan çavkanîyan de nav û têrmîn ji hevdu cuda dibin, lewra ku ewana di serdemên dîrokî yên cuda da hatine nivîsîn, lê yên ku ew nivîsîne nûnerên gel û şaristanîyên cuda bûne.
Di vê gotarê da, ya ku em pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikin, şêwazên destpkî yên cuda yên netewnavê ‘kurd’ û navê ‘Kurdistan’ ên serdemên dîrokî yên cuda û bi zimanên cuda tên nirxandi .
Ji bo ku mirov bikaribe sînorên Kurdistanê dyar bike, divê di sêrî da peyva ‘kurd’ bi êtîmologî ravebike, lewra ku hemû şêwazên nave Kurdistanê li ser bingeha wê saz bûne: an paşdaçeka ‘-stan’ an jî tiştekî dinê lê hatine zêdekirin û bi wî awayî têgeha welatê kurdan hatye zanîn, lewra ku jixwe êdî berê kuedan bi peyva ‘kurd’ xwe navkirine û cînaran jî biwê rêyê ew wisa nas kirine. Jixwe paşdaçeka ‘-stan’ jî destpêka xwe ya hindewropî ya giştî heye û digihîje peyva avêstî ya ‘stan’, ango, ‘rawestgeh’, ‘cî’, ‘herêm’, ‘welat’. Ev peyva bi heman wateyan wisa jî di zmanên dinê ên hindewropî de heye. Mînak, di îglîzî de şêwazê ‘stay’, di rşsî da ‘stan’. Di zaravê kurmancî yê zimanê kurdî da wisa jî şêwazê ‘star’ heye, bi wateya cîyê ku mirov lê bihêwire, star bibe. Ango, em dikarin bi bawer bibiêjin, ku ew peyvana di sêrî da di nava kurdan de hatine bikaranîn, ji bo dazanînena têgehên konkrêt (‘kurd’ û ‘Kurdistan’) û her peyra di nava gelên cînar de belav bûne, an jî bi zimanê wan hatine wergerandin: bi sûmêrî, asorî, latînî, yewnanî, farsî, erebî, ermenî û yên dinê. Û lewra ku di zimanên cuda de di wan peyvan da guhartinên cda çê bûne (û ew jî xwezayî ye!), hema ew jî bûye sedem, ku hinek mirov wan ji bo armancên cuda ewana bi şêwazên spêkûlyatîv ravebikin. Ewana ew bi şêwazên ne rast guhartine û ji bo armancên xwe yê siyasî bi kar anîne.
[1]