Selîm Sadak
Selîm Sadak siyasetmedarekî kurd e.
Selîm Sadak di sala 1954'ê li gundê Bafê (Şirnex/Hezex) hat dinyayê. Zewicî ye û bavê 10 zarokan e. Zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî dizane.[1]
Selîm Sadak di sala 1991'ê de li gel Leyla Zana, Hatip Dicle û Orhan Doğan li ser lîsta partiya SHP'ê weke parlamenter ketin Parlamena Tirkiyê. Selîm Sadak di sala 1991'ê de, piştî ku ew û hin hevalên xwe ji SHP'ê qut bûn, yek ji damezrênerên partiya HEP'ê û piştî ku HEP hate girtin DEP'ê bû. Piştî ku di 1994'a de DEP hatin girtin û parlementerên wê ji Parlamena Tirkiyê hatin avêtin, cezayê zîndanê li wan hate birrîn û Selîm Sadak jî ji bo deh salan kete girtîgehê. Niha Selîm Sadak weke piştgirekî DTP'ê xebata xwe ya polîtîk dimeşînê. Selîm Sadak ji bo hilbijartina 2009an li Sêrtê bû berendamê Serokê Şarederiyê.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 179 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!