Navê pirtûkê: Hêvî - Dîwan 7
Navê nivîskar: Cegerxwîn
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2003
[1]
Têma welêt, têma kurd û Kurdistanê, têma şorişê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û pêşketinê, neyariya û bêbextiya dijminê gel, pirsa dostiya û biratiya hemû gelê cînar û têma înternasîonalîzmê Cegerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cegerxwîn û bîr û baweriya wî.
Xên ji helbestên watanperwariyê û şorişgiriyê, Cegerxwîn şayîrekî lîrîk e, şayîrê hub û hizkirinê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawer im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestê Cegerxwînê delal nek tenê kurdê aza wê bixunin, lê usa jî xwendevanê diniyalikê wê bi tercima zimanê xwe ezberê bêjin û pê kêfxweş bin, çimkî biniyata helbestên Cegerxwîn ew delaliya emir e, delaliya jiyîna mirov e.
(Ordixanê Celîl).