Şêx Muhyedînê Hênî nivîskarekî kurd yê sedsala 19an e. Bi texmînî di sala 1849'an de hatiye dinyayê û derdorê sala 1897an de li Hênê wefat kiriye. Gora wî li Hênê ye û li cem qubeya bavê wî ye.
Navê bavê wî Şêx Ehmed, navê diya wî jî Emîne ye. Diya wî bi xwe keça Ebdullah Efendiyê Karazî ye û ji ber ku li Karazê koçî dawiyê kiriye li wir li goristana malbatê hatiye veşartin. Şêx Muhyedîn ji diya xwe tenê ye ji van agahiyan derdikeve meydanê ku cihê jidayîkbûna wî Karaz e.[1]
Li gor jêderên zarekî, texmînî di sala i849an de, li Karazê hatiye dinyayê. Zarokê pêncem ê Şêx Ehmedê Karazî ye. Zarokatiya wî li Hênê derbas bûye. Ji bo xwendinê çûye Mêrdînê û li wê derê bi Şêx Evdirrehmanê Axtepî re ji heman muderîsan ilm hîn bûye. Li ser daxwaza bavê xwe hew vegeriyaye Mêrdînê û li wir di medreseya bavê xwe de li cem birayê xwe yê mezin Şêx Me’rûf perwerdeya xwe domandiye. Piştî wergirtina îcazetê bi qasî çend salan li gundên Liceyê, Balicnê û Zobrînê, melatî û dersdarî kiriye. Di xezel û menzûmeyên xwe de mexlesên wek Sa’î û Heqî bi kar aniye. Simatiyeya wî ya bi navê Fî Beyanî’l Et ‘îme we Mezaqîha [Beyana Xwarinan û Zewqên Wan] di edebiyata kurdî de yekta û bêhempa ye. Ji dîwana wî ya wenda îro di dest de 4 xezel û muxemmesek heye. Şêx Muhyedînê ku qabîliyeta wî ya helbestê ji aliyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî ve bi gotina “Ez bavê şa’ira me, Sa’î jî diya wa ye” hatiye teqdîr kirin, di sala i897an de li Hênê wefat kiriye.[2]
Şex Muhyedine Heni (k.d.derdora 1897an) yek ji giringtirin helbestvane klasik e serdema pisti mirektiyan e. Pasxana wi ya edebi, weki piraniya helbestvanen we serdeme Xaliditiya Neqsebendi ye. Lewra bave wi bi xwe postnisine saxa Xalidiyan a Hene bu. Şex Muhyedin ku mexlesen wi Sa’i u Heqi ne, hem li pey sopa Melaye Ciziri helbesten klasik nivisine, hem ji di mijara xwarine de menzumeyeke serbixwe nivisiye. Di we serdeme de li Hene u Aqtepeye di nivisina helbesten bi temaya xwarine de bizaveke edebi derketiye meydane. Bi qasi ku te ditin, di tarixa edebiyata Kurdi de yegane helbestvane klasik e ku di vi wari de berhemeke serbixwe nivisiye Şex Muhyedin e. Ji ber ku di edebiyata Kurdi ya klasik de di mijaren ladini-beseri de berhemen serbixwe kem in, ev berhema niviskar giringiyeke taybet bi dest dixe. Berhema ku bi qasi 20 kom u 130 cureyen xwarine di xwe de dihewine, bi sewazeke edebi xwarinen Kurdan en serdema niviskar, penaseyen wan u menuya ser sifreye radixe ber cavan. Berhem ji vi aliyi ve weki berhemeke pesserdemi dikare be hesibandin.