Nuh Ateş roja 01.01.1948an li gundê Xelikan (bi tirkî: Karacadağ) hate dinyayê. Xelikan qesebayeke bi ser bajarê Konyayê va ye. Wî dibistana seretayî li Xelika, ya navendî û lîseya bazirganî li bajarên Konya û Anqereyê teva kir. Sala 1970î ji bo xwandina bilind hate Elmanyayê û 43 sal in ku li Almanyayê dijî. Li Universîteya bajarê Oldenburgê beşa Pedagogîya Navkulturî xwand û teva kir û dîplomeya pedagogiyê bidestxist. Di pir karên ji hev cihê da xebitî. Bîstûdu salên rabirtî yên dawiyê, wî li Eyaleta Rheinlandpfalz (Almanya), di Wezareta Kar, Sosyal, Tenduristî, Malbat û Jinê ya ji bo entegrasyona koçberan jî berpirsyar da kar kir. Di salên 1970/80î da karê sîyasî û komeletî kir û pirtir di refê rêxistina KOMKAR (Federesyona Komelên Karkerên Kurdistan) û AKSA (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan li Derveyî Welat) da xebitî. Ji sala 1997an da vir da nivîskarê kovara Kurdên Anatoliyayê, Bîrnebûnê ye. Niha malnişî (teqewud) ye û piranî bi karê nivîsandina bi kurdî ra mijûl e.
Du kîtebên wî yên bi kurdî, Tayek por ( 2012) û Nivîsên per (2013) bi destê weşanxaneya APEC li Swêdê derçûn.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 777 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!