Di Navbera Kurd'î parêz Ahmedê Xanî û Netewperwer Hecî Qadirê Koyî de Pirayeke zêrîn: Xewsî
sedat ulugana
(200 saliya Hacî Kadirî Koyî 1816-2016, konfêranseke navneteweyî ku ji aliyê zanîngeha Koyê ve hatiye organîzekirin (22-23 Gulan 2016, Koya, Kurdistana Iraqê).
Tê zanîn ku di sedsala hevdehmîn de edîb, şair û fîlozofê Kurd Ahmedê Xanî di berhemên xwe de sîyaseta mîrê kurdan a di gel Safevî û Osmaniyan ya hevdem rexne kiriye. Ahmedê Xanî yekem car di berhemên xwe de li ser hewcetiya yekbûna kurdan rawestiyaye. di berhemên Xanî de fikra kurd(î)pasartiyê qewî ye. Tê zanîn ku Xanî li Herêma Bazîdê, di bin sîha Mîrektiya Bazîdê de jiyaye û di medreseyên heman mîrektiye de mamostetî kiriye.Her weha Xanî li gor xwe ekoleke Kurd ava kiriye. Şairê Kurd Xewsî, yê ku min dîwana wî ya wenda keşf kiriye, , di navbera salên 1740- 1784an de li jîyanê de bûye û şahidiya çêkirin û qedandina Qesra îshaq Paşa ji kiriye. îhtimalek mezin xwndavenê Ahmedê Xanî buye. Di Diwana xwe de rexneyan li mîrên kurd yên ku ji bo Os- maniyan li hemberî Gurciyan şer dikin kiriye. ew ji ekola Ahmedê Xanî ye.Tê zanin ku piştî van her dû edîban ,sed sal şun de Hecî Qadirê Koyî xwedî fikra netewî ya kurd e. Xuyaya ku H. Qadirê Koyî hay ji ekola Ahmedê Xanî hebûye. Koyî piştî Xewsî ,di sedsala 19.mîn de duajoyekî qewî yê vê ekolê bûye.
Bêjeyên Sereke : Kurd, Ahmedê Xanî, Xewsî , Hecî Qadirê Koyî, ekol, Îshaq Paşa, Mîr, Kurd(î) parêz
sedsala 16.mîn hem ji aliyê edebî û hem jî ji aliyê sîyasetê ve sedsala dîroka kurd a zêrîn e. Ji bîstan zêdetir mîrektiyên kurd ,di erdnigariya Kurdistanê ya çîyayî de xwedî hukumet û jiyaneke azad bûn.2 Piştî şerê Çildêranê (1514) , bi dehan mîrektiyên kurdan yên ku ew ji holêrakirina dewleta Mervaniyan mêj ve li her deverê Kurdistanê belav bibûn , bi Osmaniyan re dikevin têkiliyên polîtîk û sosyal. Ev têkilî li hemberî dewleta Şîa (Safewî) ya ku tu şejklî desthilatdariya kurdan a Kurdistanê nedipejirand , hevpeymaneke qewî ava dike. Helbet cîhgirtina heman mezhebî ya kurdan û Osma- niyan bêhtir ev hevkirina di navbera wan de hêsan kiribû. mîrektiyên Kurdistanê ,Yekem car biQanûna Yavuz Selîm û duyemîn car jî teqes bi qanûna Qanûnî Sultan Silêman statûya wan hatibû
dîyarkirin.³ Mîrrektiya Bazîdê di jî di sala 1578an de ji aliyê Şahsîwar begê Eşîra Zîlan ve hatiye damezirandin. Bi eslê xwe ji herêma Sîlwan (Farqîn) nin ku ji wan re “Begên Silîvî” hatiye gotin.
Elejgir, Gîhadîn, Eledax tev di nav sînorên mîrektiya Bazîdê de bûne. 4 Wek hemû mîrektiyên Kurdan ên din mîrektiya Bazîdê jî li ser li hevkirina di navbera mîrên kurd û Sultanê Osmanî Yavûz Selîm
hatibû damezirandin lê statuya mîrektiyê ne “hukumet” bu, “yurtluk-ocaklik” bu. yurtluk-Ocaklik,wek hukumetan serbixwe nebûn. Tê de hukmê osmaniya pirtir derbas dibû, mîrên vê mîrektiyê 5wek hukumetan (Mînak: Bitlîs, Mehmûdî, Hekarî, Palû, Amedîye û Cizîr hukumet bûn) nikaribûn teqes li hemberî emrê Walî û Paşayên Osmaniyan serî bilind bikirana. Her wisa di sala 1655an de dema Melek Ahmed Paşa erîşê Bitlîsê kir, mîrê Bazîdê jî di nav refên Osmaniyan de bu. Di navbera salên 1600-1700an de mîren herêma Bazîdê di bin emrê waliyên Eyaleta Erzurumê de bûn, wek fermî Bazîd jî herêmeke îdarî ya girêdayê heman eyaletê bû û ji erdnigariya mîrektiyê nû ve 3 ocaklik peyda bibûn: Kela Bayezidê, Eleşkirt û Dîyaddîn 7 Di van salan de wek hemû mîrektiyên Kurdan,mîrektiya Bazîdê jî dike di nav rewşeke xetere. Şerên Safevî û Osmaniyan, erdnigariya Kurdistanê wêran kiribûn. Mîrektîyên kurdan di bin deynan de bûn û kelayên Kurdistanê xirabe bûn.
Di vê pêvajoyê de bajarê Bexdayê ji destê Osmaniyan derketibû û ketibû destê Safeviyan (1623).
Safevî, piştî destxistina Bexdayê vê carê çev berdabûn Wanê.8 Artêşa osmanî çendan car Bexda dorpêç kiribû lê ser neketibû û heyfa têkçûyînên Bexdayê ji mîrên Kurdan hildidan. Wezîrê Osmaniyan yê bi navê Husrev Paşa, serê dehan mîrên kurdan jê kiribû. Padişahê Osmanî yê vê êwrê Sultan Murad (IV.) bû.[1]