Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê -II
Umîd Demîrhan
2022
Nasnameya arkeolojîk a aryayiyên pêşîn nîşan dide ku hozên aryayî yên pêşîn û hozên hindo-aryayî nêzikî salên 2000 î BZ ji hev veqetiyane. Gelên aryayî yên medî, parsî û sakayî bi çend pêlan û bi riyên cuda ber bi deşta navendî ya Aryayê ve koçber bûne; hozên aryayî di destpêka hezarsala yekem de li eranserî deştê bi cih bûne û belgeyên arkeolojîk piştrast dikin ku aryayiyên başûrî ji mêj ve li şûnên xwe hebûne, Li gorî zanyarên zimannasiyê zimanê aryayî yê pêşîn di sedsala 6an BZ de dest bi guhertinê kiriye; lê belê pergala dengî ya hevpar li der devera
aryayîaxêv hatiye parastin. Cihêrengiya dengsaziyê ya zarava û devokên aryayî di dengdarên k, g, x, n, ç, c, p, b, f, m, t, d, n, ş, j, û, y, r, l, w, h.. yê de
xuya dibe; bi gotineke zelaltir, dibe ku dengdara /ş/yê di zaravayekî din de wekî (j) yê were bilêvkirin. Divê bê gotin ku di bin bandora zimanên cîran de
dengsaziya hinek zaravayên aryayiyê guheriye; hem di zimanên hindoaryayî de hem jî di zimanên kafkasoaryayî de ev babet qewimiye û nimûneya herî
berbiçav di zimanê osetî de qewimiye ku bi bandora zimanên kafkasî hinek dengên cihêreng derketine holê. [1]