Parêzerê Malbata Hakan Arslan, Ferhat Kilinç got ku dema cenaze di telîsekê de radestî malbatê kirin, ew bi vê yekê gelekî êşiyan û bi taybetî dayika wî.
Hestiyên Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an li navçeya Sûrê ya #Amed#ê hatî ragihandin de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.
Parêzerê Malbata Hakan Arslan, Ferhat Kilinç jî beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa proseya dîtina cenazeyê Hakan Arslan û şêwaza radestkirina cenaze boyî malbata wî kir.
Parêzer Ferhat Kilinç got: “Hakan Arslan di sala 2016an de li Sûrê canê xwe ji dest dabû. Ji bo dîtina cenaze me serî li dozgeriyê û aliyên din ên peywendîdar dabû, lê cenaze nehatibû dîtin. Me hevdîtin bi kesên ku dihatin darizandin re kir û li gor zanyariyên wan dan me, hinek cih hatin kolandin, lê heta berî salek û nîvê jî cenaze nehatibû dîtin.”
Kilinç da zanîn ku wan berî salek û nîvê nûçeyek dît ku digot di kolandina li Sûrê de cenazeyek hate dîtin û wan jî fikir ku ew cenazeyê Hakan Arslan be.
Li ser vê yekê Kilinç û malbatê dîsa serî li dozgeriyê dane û wan jî nimûneya DNAyê ya dayîk û bavê wî xwestine.
Kilinç diyar kir ku piştî lêkolînê derket holê ku ew cenazeyê Hakan Arslan e û got: “Tevî ku ev hat raporkirin jî lê cenaze ji bo otopsiyê bo Stenbolê hat şandin.”
Parêzer Kilinç şêwaya radestkirina cenaza bo malbatê rexne kir û got: “Roja înê ji dozgeriyê li me geriyan û gotin ku hûn dikarin cenaze werbigirin. Li ser agahdarkirinê bavî ji Erzeromê hat Amedê. Hestiyên mabûn di telîsekî de radestî bavê wî hat kirin û malbat bi yekê gelek êşiya, bi taybetî jî dayika wî. Pêvajo bi vî awayî derbas bû”
Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe ji Edliyeya Amedê wergirt, ji bo defnkirinê bir Erzeromê.
Piştî 5 salan cenaze hatibû derxistin
Nasnameya cenazeyê ku 5 sal piştî qedexeya derketina derve û operasyonên li navçeya Sûrê ya Amedê di navbera salên 2015-2016an de hat dîtin, diyar bû.
Tîmên ku li Taxa Hasirliyê ya li qada navbera Dêra Katolîk û Mizgefta Hasirliyê kolandinê dikirin, di 7ê Sibata 2021an de rastî hestiyên ku di bin axê de veşartî hatin.
Hestiyên ku birin morga Saziya Tiba Edlî, li ser zanyariyan guman hat kirin dibe ku yên Hakan Arslan bin.
Malbata Arslan a li Erziromê dijî, bi hinceta dibe ku cenaze yê kurê wan be, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.
Li ser daxwaza ji bo diyarkirina nasnameyê, nimûneya DNA'yê ya ku di sala 2016'an de ji bav Alî Riza Arslan hatiye girtin ji sedî 60 bi ya Hakan Arslan re bûye yek. Lê ji bo naskirina teqez ya nasnameyê, di destpêka meha Cotmehê de bi fermana serdozgeriyê ji dayika Melîke Arslan ji bo testa DNAyê nimûneya xwînê hat girtin.
Hat diyarkirin ku li gorî encama ku di 18ê Mijdara 2021an de derketiye, ji sedî 95 DNA lihev hatine ku cenaze yê Hakan Arslan e.[1]