Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku projeya ronîkirî li bajarên Qamişlo û Hesekê bi dawî bû.
Civîna çapemeniyê ji aliyê hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb ve li ber çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo hat lidarxistin. Silêman Ereb diyar kir ku xebatên ronîkirinê 4 mehan dewam kir û bi ronîkirina 4 aliyên her du bajaran bi dawî bû. Her wiha anî ziman ku ev proje bi hevkariya Desteya Hundirîn û Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Cizîrê pêk hat.
Ereb bal kişand ser plana projeyê û got: Li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo stûnên ronîkirinê ji çerxerêya Osman Sebrî heta benda Sumeya ya li taxa Hilêliyê bi dirêjahiya 2,5 kîlometreyan hatin danîn. Li aliyê rojhilatê bajar jî stûn ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst hete çerxerêya Elaya bi dirêjahiya 2,2 kîlomtreyan hatin danîn.
Li bajarê Hesekê ji çerxerêya Panorama heta Pira Xiwêran bi dirêjahiya 3, 5 kîlometreyan, her wiha ji çerxerêya Cûdî heta çerxerêya Kelasê bi dirêjahiya 800 mtreyan stûn hatin danîn.
Silêman Ereb diyar kir ku bi dirêjahiya di navbera 9 heta 12 metrî 297 stûn hatin danîn û bûdceya vê projeyê gihişt derdora 403 hezar dolar.
Ereb anî ziman ku ev proje ji bo ewlehî û hêsankirina tevgera welatiyan pêk hat û got: Em di rewşeke awarte de ne, rojane êriş ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li ser me tên kirin. Lê em di Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngeh de xizmetê ji bo gelê xwe dewam dikin. Em kêfxweşiya gelê xwe bi vê projeyê dibînin, tevgera trafîkê hêsan bûye.
Silêman Ereb di dawiyê de spasiya hemû xebatkarên vê projeyê kir û anî ziman ku di demên bê de wê projeyên mezintir hebin.
ANHA
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 822 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!