Ev bû demeke #Hrrk'#ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) di bin diruûmeya ''Ta dilopa xwîn a hibrê, ta dilopa dawîn a xwînê'' dest bi amadekariya heştemîn mihrîvana Rojava ya çand û hunerê dike.
Di Mîhrecanê 8`an a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku dê der dora 15 rojan dewam bike û di maweya van rojan de ew ê tê de semîner, panêl, şano, helbest û çîrok, îmzekirina pirtûkan, pêşengeha şêwekariyê, mûzîk û stranan, tabloyên hunerî, semînerên çandî û komxebata der barê çand, wêje û dîroka kurdan de werin pêşkêş kirin.
Endamê komîteya amadekar a mîhrecanê Ehmed Huseynî bang li hemû rewşenbîr, hunermend, kesayetên welatparêz û saziyên sivîl û civakî li herêmê kir ku beşdarî çalakiyên mîhrecanê bibin.
Her wiha mirov dikare bêje ku Mîhrecana yekemîn, duyemîn, sêyemîn û çaremîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Almanya hatin li dar xistin, ya 5‘an li bajarê Kobanê hate lidarxistin, ya 6'an û 7'an jî li bajarê Qamişloyê hate li dar xistin, tê payîn ku di vê meha 10'an de ev mihrîcan li bajarê Qamişloyê were li dar xistin.
Her wiha Hrrk'ê ji bo vexwendina mîhrîcanê vexwendnameyek li ser rûpelaxwe parve kir û weşand, ku dê ev mihrîcan bi serpereştiya desteya çandê ya herêma Cizîrê û HRRK'ê dê heştemîn mihrîcana Rojava ya çand û Hunerê were li dar xistinû dê bi awayekî berfireh û bêyî ti kes li derveyî mihrîcanê bihêle, li dar xîne.
Hevgirtina Rewşenbîran (HRRK) rêxistineke çandî û serbixwe ye di 2004‘an li dervayî welêt hate avakirin. Destpêkê navê wê Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di Kongreya wê ya pêncemîn de navê wê bû Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê.[1]