Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL
Bi mirina her kal û pîrekê re yek reh ji xwîna zimanê kurdî kêm dibe. Kêmbûna rehên ziman, ziman dike wekî giyayekî şextê lêdayî, zer û ziwa...
Nivîskarê pirtûkên bi navê “Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma #Serhedê#, Dendo, Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî Nîhat Oner jî yek ji wan kesan e ku naxwaze rehên ziman ziwa bibin. Ji bo vê jî ketiye nêçîra gotin û biwêjên jibîrbûyî ango di talde de mayî. Me jî xwest ev xebata wî di taldeyê de nemîne û em pêre biaxivin. Ji bo wê me li deriyê wî da. Fermo em bi hev re bixwînin...
Mamoste tu dikarî bi çend gotinan xwe bidî nasîn?
- Ez di sala 1985'an de li Agiriyê li gundê Qazî ji dayîk bûme. 22 sal in li navenda Agiriyê dijîm.
Tişta berê te da berhevkariyê çi ye ango çima berhevkarî? Û di vê mijarê çend berhemên te hene?
- Tişta ku berê min da berhevkariyê; berê kurmamên bapîrê min hebûn, ew li Rewanê hatibûn dinê (kal û bavên me ji wir hatine) êvaran li mala me diciviyan û çîrok digotin. Her çîrokeka wan, her destaneka wan sê şevan dewam dikir. Dema ku min ew şevan dianî bîra xwe gelekî dilê min dişewitî; ew çîrok, destan, metelok û serpêhatiyên dîrokî tev bi mirina wan re bûne xwelî, winda bûn û çûn. Ji ber vê min got ez çi ji windabûnê xelas bikim, ew kar e. Sedema din jî min li bajêr, der û dora xwe dinihêrî bi sedan welatparêz hebûn. Lê welatparêzên ku dilê wan li ser çand û dîroka kurdan dişewitîn pir kêm bûn. Min xwe mecbûr hesab kir ku ji bo miletê xwe, berhavkariyê bikim. Çanda kurdan gelekî dewlemend e. Rojekê hevaleka min a zarokatiyê got: “tê bîra te dema em li gund bûn, digotin meriv sabûnê bide destê hev, dijminatî dikeve navbera wan. Ji ber wê sabûn datînin erdê, yê/a din ji erdê hildida.” Li ser vê gotinê min dest bi baweriyên me yên pelepûç kir û di nava çend salan de 600 heb bawerî berhev kir û wekî pirtûk çap kir. Ez dixwazim vê bêjim; meriv bixwaze ji bo miletê xwe tiştekî bike, berhavkarî riya herî baş e. Di çanda devkî de çi hebe, çîrok, destan, metelok, bawerî, stran, gotinên pêşiyan, biwêj, peyv û hwd. Min hemû beşan de berhevkarî kiriye û dikim. Heya niha du pirtûkên min ên çîrokên gelêrî yek jî ya efsane û baweriyan çap bûye.
Wexta tu berhevkariyê dikî bi gelemperî kîjan probleman dijî? Ango ji bo astengiya herî mezin çi ye?
- Astengiya herî mezin tunebûna derfetan, kêmbûna amûrên qeydê ye. Mînak; gundek heye tê herî berhavkariyê bikî, divê tu sibê herî, êvarê vegerî. Saetên çûyîn û hatina wesayîta gund ji bo te derfetê nade ku tu bi dilê xwe xebatên xwe bikî. Lê şaredariyek li pişt te be wesayîtekê bide te, yan wesayîta merivên xwe hebe, meriv kîjan saetê bixwaze here, were dê baştir be. Astengiya din jî tirsa dewletê ye. Tu diçî cihekî, dibêje, dibêje lê dema ku tu amûra qeydê yan kamerayê derdixî, destûrê nadin. Dibêjin “qeyd neke, serê min dê têkeve belayê.” Tu çiqasî dibêjî ev tiştekî siyasî nîn e, tiştekî belayê bîne tune, dîsa jî tu tiştek naguhere. Ji ber wê ez gelek caran mecbûr mame ku bi dizî deng qeyd bikim.
Em dikarin ji van gotinên te vê encamê derxin: Ger statû û derfetên te tunebe, çanda te ber bi mirinê ve diçe...
- Belê, mixabin ku wisa ne. Em, çend berhevkar jî dibêjin hema me çi ji tunebûnê xelas kir.
Mamoste, wekî tu dizanî dema meriv karekî dike, meriv dibe xwediyê armanc û xeyalan. Di mijara berhevkariyê de xeyala Nîhat Oner ya herî mezin çi ye?
- Xeyala min ew e ku dinya me bi çanda me ya dewlemend ve nas bike. Çawa ku hurim (Yewnan) bi mîtolojiya xwe ve li dinyayê têne naskirin, em jî bi çanda xwe ve bêne naskirin. Bi rastî çanda me ew qasî dewlemend e. Di sala 1932’yan de Dewleta Tirkiyê wekî dewlet bi kadroyan ve karê berhevkariya çanda tirkan kirine, bi hêz, derfetên mezin ên dewletê ve bi ekîbeka mezin ve bi salan berhevkarî kirine, bi qasî berhavkarekî kurdan ên îro tişt berhev nekirine. Çimkî çanda wan a devkî ne wekî ya me dewlemend e. Di vê mijarê de Xwedê daye kurdan. Heta dikarim bêjim di ser kurdan de barandiye.
Gelo tu dikarî bîranîneke xwe ya di wexta berhevkariyê de ji me re vebêjî?
- Di sala 2015'an de ez çûme mala Apê Ûsivê Xelkî. Apê Ûsiv ê temenê wî ji sedî zêdetir bû, bi tevî malbata xwe di nava serhildana Agiriyê de cih girtibû. Xelqê Makoyê gundê Xerz bû. Di serhildanê de bi tevî malbata xwe ew girtibûn û sirgûnî Aydinê kiribûn. Paşê vegeriyabû û li navenda Agiriyê bi cih bûbû. Ji serî heya dawiyê her tişt dihate bîra wî, her tişt min re digot. Lê dema ku min dixwest ez qeyd bikim, destûr nedida. Ez gelekî li ber xwe diketim, çimkî min dizanibû ku Apê Ûsiv êdî yê mirinê ye û hemû bîranînên wî dê winda bibin. Di dawiyê min dengê wî bi dizîka qeyd kir. Çend meh piştî hevdîtina me ya dawiyê, çû ber emrê Xwedê. Lê piştî mirina wî kurê wî ji min re xeber şandibû, gotibû heger bavê min qeyd kiribe bila neweşîne. Carna tu qeyd bikî jî bi kêrî tiştekî nayê. Kurdên me dibêjin em orta du av û çeman de mane. Qeyd nekî nabe, qeyd dikî nabe...
Ji gotinên binhişê kurdan gotinek ku gelek bala te kişandibe tu dikarî ji me re bêjî?
- Dibêjin roj û heyv du xwîşk bûne. Heyv ji rojê bedewtir bûye. Roj çav reşiyan li xwîşka xwe dike destê xwe li teniyê dide û li ser çavê heyvê dide. Kurd dibêjin hin demên salê mirov li heyvê dinêhêre, li dewsa teniya li rûyê heyvê dibîne. Ev baweriyeka kurdan e.
Wekî din dibêjin hirç, jineka du canî bûye. Goşt dikeve ber, goşt nabîne û goştê tûlikeka sa dide ser koza agir ku bixwe, xezûrê wê dibîne. Bûk jî ji şermana malê diterikîne. Di devê çem û kaniyan de hertim Xwedê re dia dike ku wê bike heywanekê û ew tim li devê çem û geliyan bigere. Xwedê jî diaya wê qebûl dike û wê dike hirç. Hirç dizê û wisa hirç li hev zêde dibin. Kurd dibêjin hirça yekem wisa hatiye afirandin.
Ji gelek çîrokên gelêrî ku te berhev kirine, çîrokek yan diduyên herî zêde te ji wan hez kirine tu dikarî navên wan ji me re bibêjî?
- Belê, ezê navê sê yên ku min herî zêde ji wan hez kirin bidim: 1: Elî, Guhlewaşe û Pêbareşe, 2: Dendo, 3: Keçika Mesî.
Tiştek me kêm hiştibe, wekî gotina dawî tu bixwazî bêjî kerem bike...
- Di dawiyê de ez gelekî spasiya we dikim. Bo malpera bi zimanê kurdî ya herî temendirêj Diyarnameyê serkeftinê dixwazim. Daxwaziya min ji şopînerên malpera we bila xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin û hînî zarokên xwe bikin...
***
Pirtûkên Nîhat Oner yên ku heta niha derketine:
- Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serhedê / Weşanên Avesta / 2016
- Dendo / Weşanên Wardoz / 2018
- Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî / Weşanên Wardoz / 201 [1]