Berxwedan û Şahidî: Hêmanên Sereke yên Salên 90î di Çîroka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan de.
Ömer Delikaya.
Kovar: Wêje û Rexne, 7/2016.
Têkilîya edebîyat û polîtîkayê ya ku bi rehetî nikare bê înkarkirin, bi awayekî berçav xwe dide der di reng û rûyê çîroksazîya kurdî de. Jixwe, hemû edebîyatên dinyayê dema ku hewla werara xwe didin, bivê-nevê çepilên wan di astên cuda de –vegêr, şexsibûna vegêranê, teşegirtina fahma nivîskar û hwd.-tên li çeperên polîtîkayê diqelibin. Qesta me ji polîtîkayê ne bi bergeha teng a nêrîtî ye ku bi piranî jê partîzanîya hişk, hewla veguhastina fikrên polîtîk û sîyasetvanan tê fahmkirin. Nivîskar an jî bi navê xwe yê di deqê de, vegêr ku têkilîya di navbera nivîskar û xwendevan de çêdike, helbet wekî endamekî/ê civakê nikare xwe ji tesîr û biryarên sîyasî yên civakê bifilitîne. Wihareng jî, nivîskarê kurd an jî bi nêrîneke giştî edebîyata kurdî ku di rêvitîya xwe de wekî çemekî xwedîyê pir çivanekan e, ji edebîyata li Qefqasyayê heta qonaxa Hawarê bi dînamîkên polîtîk ve serencama xwe berdewam kiriye û bi berxwedana xwe ve heta roja me hatîye. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,522 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!