Kurdistan: Di Siya Dîrokê de.
Necat keskin.
Kovara (IJOKS), 4(2), R.628-632, 2000.
Bi piranî nirxandin û danasîna pirtûkên nû tê kirin lê di vê nirxandinê de em dê behsa pirtûkeke kevin bikin lewra ev pirtûk herçiqasî cara pêşî di 1997an de hatibe çapkirin jî îro hîna haya gelek kurdan jê tuneye û ji ber ku li derve hatiye çapkirin jî kurdên li Tirkiyeyê nikarin hêsanî bi dest bixin an jî bidestxistina wê hinekî zehmet e. Tenê di destê hinek kesan de heye û loma divê derbarê pirtûkê hinek agahî bi lêkolînerên sehayê û xwîneran re bên
parvekirin. Ev xebata ku em behsa wê dikin pirtûka Susan Meiselas e ku bi navê Kurdistan In the Shadow of History (Kurdistan di bin Siya Dîrokê de) hatiye çapkirin. Çapa duyem ya pirtûkê di 2008an de hatiye kirin û ez bawerim derbarê dîroka nêzîk a kurdan yek ji xebatên girîng e û divê di pirtûkxaneya kesên ku li ser kurdolojiyê dixebitin de cih bigire. Ji ber vê yekê jî li gorî min pêdiviyek bi nirxandin û danasîna pirtûkê heye. Ji aliyekî din ve jî pêdivî bi nirxandin û danasîneke weha heye lewra ev xebata wênekêşiyê bi wêneyên ku tê de cih digirin hafizeya sedsalî ya kurdan pêşberî me dike. Bi gotineke din wêne ligel nivîsên tê de dîroka kurdan a sedsalî û serboriyên wan, di serê me de zindî dikin. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,139 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!