کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  582,064
وێنە
  123,206
پەرتووک PDF
  22,020
فایلی پەیوەندیدار
  124,344
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,699
شوێنەکان 
17,016
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,520
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
879
وێنە و پێناس 
9,457
کارە هونەرییەکان 
1,399
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,919
نەخشەکان 
233
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,185
شوێنەوار و کۆنینە 
728
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,024
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,577
کورتەباس 
22,087
شەهیدان 
11,881
کۆمەڵکوژی 
11,361
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
240
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,058
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
885
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
6
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   تێکڕا 
271,560
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
DI WÊJEYÊ DE ROLA JINÊ
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
DI WÊJEYÊ DE ROLA JINÊ
DI WÊJEYÊ DE ROLA JINÊ
Wêje hunereke bi pêşveçûna xwezaya mirovahiyê re pêşketiye. Hunereke ku mirovahiyê xwe pê îfade kiriye û bi rêka edebiyatê jiyana xwe bedew kirine. Wêje şêwazeke vegotinê yê gihandina hemû pêvajoyên dîroka çandî û jiyana mirovan a civakî ye. Lewre bi rêka vegotina edebiyatê mirovahiyê serpêhatî û nirxên xwe pê parastine. Rola jinê di edebiyatê de bi qasî ya di jiyanê û pênesekirina wê de ye. Di pêngavên civakî yên destpêkê de û heta niha jî rola jinê çawa di pêşketin û komkirinên nirxên civakî de çiqasî bêhampabe, di edebiyat û pêşdebirina wê de jî heman e. Ti pêşketinên jiyana civakî bê edebiyat mayende nebûne. Lê belê heke em di roja îro de tenê tiştên nivîskî bigirin dest, wê demê dîroka berxwedan û têkoşîna mîrovahiyê çawa ji bo pêşdebirina jiyanê û parastina nirxên mirovahiyê timî têkoşiyane, jinê timî cihê xwe di nav de di rola pêşengtiyê de girtiye. Lewre rola jinê di edebiyatê de di asta berpirsiyartiya parastin û bedewkirina jiyanê de ye.

Dema em BZ 1000’ê jî bigirin dest gelek destanên wê demê yên ku bi zimanê jinê jî hatine gotin mirov dibîne. Xwedevantiya jinê di wan destanan de jî diyar e. Heke em beriya vê jî bigirin dest em ê bibînin ku dayîk bi xwe hêza meanewiyata civakê û kombûna wê ye. Lewre lorîkên ku dayîk ji zarokên xwe re dihune jî hemû wêjî ne û ji xwezayê qet qut nînin. Şahî û şînan de jî mirov timî dibîne ku jin zêdetir wê pênase dike û xwediya wê hêzê ye ku karibe di buyerekê de serdemekî jî pênase bike. Lewre gelek tiştên bi deng û hestên jinê hatine hunandin û ev dide diyarkirin ka jin çiqasî dikare jiyanê bi kêfxweşî, xemgînî û bedewiya wê tarîf bike.
Edebiyat meanewiyata ku mirovahî jiyana xwe ya civakî pê mayende kiriye. Ji ber girêdayî cîhana mirovan û xeyal, raman û hêviyê ye, jinê bi hestên xwe yên tenik kariye bi vegotineke bedew wê ji civakê re ragihîne. Heke em bêjin mirov ji derya hizir û xeyalê xwe tenê dilopna dadiwervîne ser cîhana zahirî û xwe pê îfade dike, lê ya asoyê mirovan ber bedewiyeke bedewtir ve dibe cîhana mirovan ya xeyalê ye. ji ber vê yekê em nikarin navê hinek kesên tenê nivîsîne û hatine zanîn ji wan re bêjin van edebiyat pêşde biriye û rola jinê tê de tinebûye. Ji ber ku bi herkîna çemê mirovahiyê re timî bi edebiyatê hatiye îfadekirin û pênase wê bi hêztir bûye. Têkiliya edebiyatê bi hemû pêşketinên mirovan re heye û mayendekirina wan re di nava hevdu de hatiye hunandin. Heke ne ji cîhana xayalê mirovan û teswîreke mirovan ya batinî be, mirovê çawa bawerî, hêvî, raman…hwd. bi wan li ser piya bimînin û civakîbûna xwe bişûpînin û bidûmînin.
Têkiliya jinê bi edebiyatê re dema em şîrove bikin, wê demê em ê mijara berdewamiya rola jinê ya civakî ji serê ewilî ta niha em bigirin dest. Bi destpêkirina jiyana civakî û pê de, jinê rola xwe ya bi vegotinên edebiyatê bûye hozaneke ku karibe derdorê xwe kom bike, timî jinê bedewiya jiyanê bi zimaneke edebiyatê teswîr kiriye û ji nifşekî gihandiye nifşekî din. Zimanê jinê yê jiyanê bi edebiyata devikî çalakiya jiyanê îfade dike û mayende kirina wê dide diyar kirin. Ji ber ku di jiyanê de bingehê civakîbûnê temsîl dike, tê wê wateyê bi edebiyateke bedew xwe îfade kiriye. da ku jiyaneke bedew û bi estetîkê barkirî bê berdewam kirin, timî jinê rengê xwe nîşandaye. Çawa em dibêjin jiyaneke bê astetîk nabe, ango bê bedewkirin û wate lê barkirin nabe, wê edebiyateke bê ku rola jinê tê de nebe, qet nebe. Em dema dibêjin estetîk, tavilê divê bedewkirina jiyanê û wate lê barkirin bê bîra mirov. mirov di vir de bêje têkiliya jinê bi wêjeyê re çi ye, yan jî rola jinê di wêjeyê de çi ye, ev dê mijarê hinekî weke çawa cîhaneke li ber çavên me be û em tenê di kulekekî de lê temaşe bikin bibe. Çawa civakeke bê jin nabe civak, wê demê rola jinê di edebiyatê de jî weke ya di malbat û civakê de ye. rola jinê di edebiyatê de bi qasî hebûna wê jî girîng e. ji ber ku jin wê rola dana nasîna hebûna xwe bi edebiatê bike. wê demê rola danasîna civakê jî heke bi edebiyatê pêşketiye, wê jin wê danasînê baştir bide nasîn.
Rola herî zêde jî dikeve ser milê jin divê ku bi edebiyatê şikil bide hîs siurê civakê. Divê civakê bide fikirandin. Di nava edebiyatê de jin dê weke netewê, çand û hebûna bi edebiyatê bide mayende kirin. Dema ku jin rola xwe di edebiyatê de neleyîze wê demê dê wenda bibe û bê jibîrkirin û dîroka hebûna civakîbûna jinê dê wenda bibe. Da ku jin têkoşîna jiyana azad bike, divê ku di nava edebiyatê de rola serke bigire ser milê xwe. Di edebiyata kurdî ya devikî de rola jinê gelekî xurt e. vê hiştiye çirûskên têkoîna jinê bêne dîtin û nasîn. Herî zêde cihê jinê di civakê de çiqasî maye ew pir baş diyar bûye. Lewre di gelek destanên kurdî de mirov dibîne û dikare asta rewşa jinê ya ku tê de ye jî fêm bike. mînak di van destanên kurd de hemûyan de jî jin heye, lê belê bi qasî ku rewşa heyî îfade bike jin jî tê de heye. Ji van destanan weke:
a)- #Mem û Zîn#
b)- Siyabend û Xecê
c)- Şêxê Sîsebanê
e)- Derwêşê Evdê û Edulê
f)- Binefşa Narîn û Cembeliyê Hekarî
h)- Xanî Lebzêrin û Kelha Dimdim
j)- Zembîl Firoş
k)- Memê Alan
p)- Destana Şêxê Senan
di van destana hemûyan de jî navê jinê, dengê wê û vegotinên wêj jî mirov dibîne, di heman demê de rewşa jinê jî baş mirov di wir de dibîne. Lewre gelek destanên ku negihîştine me jî ji aliyê pêvajoya desthilatdariyê de hatine wenda kirin û nehiştine deng û rengê jinê ruhê civaka azad û wekhev îfade bike.
Heke dîroka mirovahiyê ber bi evqasî şidet û çewtkirineke dîrokî ve çûne, ev ji ber bêrol mayîna jinê ya dîroka civakî de ye. heke ne wiha ba dê terîfa jiyaneke rast bi edebiyateke rast bihatiba kirin. Da ku ev tearîf jî lewaz bimîne, hemû şêwazê wendakirina vê rolê, nediyariya jinê bi awayekî sîstematîk hatiye kirin. Ev pirsgirêk ji aliyê rol lîstina edebiyatê tenê de nîne, edebiyat jixwe îfadeya rast û jiyana ku tê jiyayandin bi xwe ye. heke jin ewqasî rola wê jê hatiye girtin, ev tenê bes e mirov rewşa jinê baştir bizane. Lê heke ne wiha be, kî bi qasî jinê dikare cîhana xwe ya xeyalî tarîf biike û vebêje. Di heman demê de pênaseya xwezaya yekemîn û ahenga wê bi xwezaya duyemîn re, divê jin bi zimanê edebiyatê bide pênasekirin û bigihîne ruh û dilê civakê. Lê heke ev di edebiyata nivîskî de pêşneketibe, ev nayê wê wateyê ku jinê nexwestiye vê rolê gire ser milê xwe û xwedî lê derkeve. Herî zêde jî li ser dîroka jinê dagirkerî hatiye pêşxistin û berdewam kirin. Heta niha jî em tenê di asta navan de jinên nivîskar û jinên ku di serhildêriya civakî de rol lîstine dibihîzin. Ji ber ku jiyana jinê ya civakî nehatiye nivîsandin, rola wê di edebiyata nivîskî de pêşneketiye, edebiyata bi eqil, ruh û hestê jinê qels maye. Di roja îroyîn de wê dewlemendî û pirengînîbûna jiyanê bi edebiyata jinê re pêşbikeve.
Ji Dayê Tewrêze Hewramanî ku di sedesal (938) (di nav rêza nivîskarên edebiyatê de cihê xwe girtiye,) ta niha jî gelek jinên kurd rola xwe di nava edebiyata kurd a nivîskî de lîstine û berhemên xwe yên nivîskî jî hiştine. Lê berhemên wan yên nivîskî ji ber tundiya desthilatiyê hatine wenda kirin û li ser hatiye girtin. Ji dema mîtolojiyan û heta roja îro jî perdeyeke reş li ser hebûn, reng û dengê jinê hatiye nixumandin.
Her wiha di nava nivîsên jinekê de jî mirov dikare rewşa jinan ya civakî û asta desthilatiyê baş fêm bike. mînak di maleke helbestê ya Mestûre Erdelanî wiha dibêje: Min ew jinem ke le pakî le serûy hemîwan im,
Le hemû xêlê jinan de niye kes hawşan im:Le jêr serwênekem de serêke hêjay tac,
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im.
— Mestûre Erdelanî
Gelo ev rewşa heyî baş nade îfade kirin û danasîn kirin! Lê divê em êdî vê rêka wan bişûpînin û rola me ew e ku em ji nû ve vejiyandina ruhê jiyanê yê hatiye veşartin û li ser hatiye tarî kirin, derbas bikin û bi awayekî çalak rola xwe bigirin û civaka xwe bedew bikin.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 3,429 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 26
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 22-09-2017 (8 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵناسی
پۆلێنی ناوەڕۆک: ژنان
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 20-09-2022 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 18-09-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 3,429 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.281 چرکە!