Navê sêqolî û navê pê hatîye nasîn: îsmaîl taha şahîn salih
Sala bûnê: roja duşenbê (24/6/1957) li gundê seyzara jêrî, ser bi devera (sêmêl)ê ve, bi ser dinyayê kevtîye.
Xwandin û qonaxên xwandinê: sala (1964)ê bo cara yekê çoye qutabxaneyê. qonaxa seretayî li gundê seyzara jorî bi dûmahî înaye, navncî li bajêrê (sêmêl)ê û amadeyî li bajêrê (dihok)ê bi dûmahî înaye. sala (1977-1978)ê li zankoya silêmanîyê kolîca adabê pişka civakzanî (komelnasî) hatîye wergirtin. sala (1981-1982)ê xwandina zankoyê bi dûmahî îna.
Dîroka dest bi nivîsînê kirî: sala (1982)yê dest bi nvîsînê kirîye.
Yekem berhem ku belavkirîye: berhemê wî yê yekê gotara ne hemû gotinên mezinan gîrra li berî ne di rojnameya (hawkarî) de hatîye belav kirin. Paştir, gelek babetên dî yên hemereng navber navber di van govar û rojnameyên kurdî de belav kirîne: hawkarî, beyan, karwan, bizav, roşinbîrî niwê, al'îraq, paşkoy êraq, rasterê, resen, peyamî rastî, evro, kepir, nûbehar, çavdêr, awêne û ... htd.
Kurtîyek ji jyannameya wî di gel nivîsîn û belavkirin û karkirinê di gel sazîyên rewşenbîrî:
sala (1994)ê, li kolîca şerîet û dîrasatên îslamî li dihokê wek seyidayê zimanê kurdî hate damezrandin, û çar salan li ser yek zimanê kurdî û derûnzanî û binemayên vekolanê û binemayên perwerdeyê î li kolîca jêgotî gotîne. di pişt re bo demê du salan wek nivîskar li rojnameya resen kar kirîye. paşê bo demê du salan zêdetir wek rawêjkarê zimanî li dezgeha spîrêz ya çap û weşanê kar kirîye. di pişt re sala (2004)ê li ser mîlakê perwerdeyê wek seyida û paştir wek vekolerê civakî hate damezrandin.
Karê wî yê niho: ji (1/8/2020) ê were xanenişîn e.
Berhemên wî yên çapkirî:
- Destpêka xwandin û nivîsîna kurdî dihok (çapxaneya kolîca şerîetê),1994.
- Agirî xwelî jê dimînit, komeka gotaran. dihok (çapxaneya zanist), 1998.
- Nexş û nîgarên berrka koçerî, dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz), 2005.
- Balindeyên goştxwer, dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz), 2005.
- Balindeyên kurdistanê, pişka yekê(2005) û pişka duyê (2007), pişka sêyê (2008), pişka çarê (2008), dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz).
- Hngivîn çewa çê dibît? ji zimanê erebî hatîye wergêrran, dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz), 2005.
- Darubar, ji zimanê erebî hatîye wergêrran, dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz),2006.
- Mêşemor, ji zimanê erebî hatîye wergêrran, dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz),2007.
- Bergotîyên koçerekî deştînebûyî, helbest. dihok (ji belavkirin û weşanên êketîya nvîserên kurd),2007.
- Ji bo rênivîseka çêtir, ziman û rênivîs. çapa yekê (2008)ê: dihok (ji belavkirin û weşanên êketîya nvîserên kurd). Çapa duyê, zêdekirî û vewejartî (2017)ê: dihok (ji çap û weşanên pirtûkxaneya gazî).
- Mamikê mino mamanî mamik. dihok (ji weşanên dezgeha spîrêz),2011.
- bi sê babetan pişkdarî di (enisklopîdya dihokê) de kirîye, du jê nvîsîn in û yek wergêrran.
-
Berhemên amadekrî bo çapê:
- Ferhenga amed ferhengeka meydanî ya kirmancî - soranî - erebî ye, pitir ji (30) hezar peyvan tê heye.
- Rêberê balindeyên kurdistanê.. rêberekî meydanî û rengreng e, ji (500) berperran pêkhatîye.
- Bawerîya bê sîber komeka gotarên hizrî û civakî ne.
- Axvtn şekir e, ne li hemî ziman û sera komeka berfireh e ji gotinên mezinan yên ku nivîskarî bi xwe ji devê xelkî bihîstîne û kom kirîne.
Van şairan kar lê kirîye: Melayê cizîrî, Cegerxwîn.
[1]