Cîran (Neighbours) ji aliyê derhêner #Mano Xelîl# di 2021an da li Başûrê Kurdistanê hate çêkirin. Her çiqas fîlm li gundekî #Qamişlo#yê yê nêzî sînor derbas bibe jî ji bela şert û mercan li Başûr hate kişandin. Fîlm ji aliyê lîstikvanî û tevgerên kamerayö serkeftî ye. Fîlm bi mîzaha zarokî û mîzaha reş ve tije ye. Zimanê fîlmê sivik e û rihet tê fêmkirin.
Mano Xelîl ji #Rojavayê Kurdistan#ê ji Qamişloyê ye. Li Şamê piştî xwendina xwe ya dîrok û hiquqê xelas kir, koçî Çekoslovakyaya wê demê kir ku karibe sînema û derhênerîya fîlmên dirêj bixweyne. Di televîzyonên Çekoslavakyayê û piştre jî di hin televîzyonên Slokvayayê da kar kir. Di 1996an da koçî Swîsreyê kir û li wir dijî. Niha derhênerî û çêkerîyê dike.
Şêro zarokekî 6 salî ye û dê dest bi dibistana seretayî bike lê piçek jî erebî nizane. Xeyala wî ya herî mezin ku televîzyoneka wan çêbibe û ew jî weke zarokên din karibe li xêzefîlman temaşe bike. Lê ji ber aborîya wan nikarin televizyonö bikirin. Dem dema Beasîyan e û Hafiz Esed wê demê serokê dewleta Sûrîyê ye û fikra sosyalîzma netewî li pêş e. Wê demê mamosteyekî îdealîstê aligirê dewletê tê gund da mamostetîya zarokan bike û wan hînê erebîyê bike. Wê demê şerê Îsraîl û Filîstînayan heye û meseleya fîlîstînê jî ji bo ereban û dewletê meseleyek netewî ye.
Cîranên Şêro malbeteke cihû ne û bi salan ew bi hev ra di navbeyna hev da bi başî û şahî dıjin. Bela li gund lîngua franca kurdî ye, malbatên ne kurd jî kurdî zanin. Apê Şêro Aram jî ji keçika cîranê wan Hannahê hez dike. Her çiqas pir ne xuya be jî malbata Şêro Êzîdî ne. Nabeyna herdû malbatan gelek baş e û Şêro her daîm rojên şemîyê diçe çiraya cîranên xwe pêdixe. Adetên cihûyan da her şemiyê dema roj diçe ava tê pêxistin. Dema min wê sehneyê dît Prometheusê wêrek yê ku agir ji xwedayên Olîmpûsê didize û tê dide mirovahîyê, hate bîra min. Şêro jî li wir prometheusê jîr û serhildêr e. Tejî bi miraq e, pirsan dipirse. Dema jê re dibêjin ka tu çima dixwazî televîzyonê bînî û xêzefîlman sêr bikî lê hê tû erebî nizanî, tê wan fêm nekî. Şêro dibêje:
“Ne mûhîm e çi diştexlin, mûhîm e çidikin.”
Dema mamoste tê û mektebê vedike. Bo Şêro jî roja pêşî a dibistanê ye û ji mamosta fêm nake ku ew jî hertim bi erebî diaxive û dibêje li dibistanê ji erebî pêştir ti ziman nayê axaftin û divê hûn di nav malbata xwe da jî erebî biaxivin. Di nav sînorê dewleta Sûriyê da tenê zimanek heye û ew jî erebî ye. Mamosta jî li ser meseleya şerê Îsraîl û Fîlîstînê disene û tevahîya cihûyan reş dike û dibêje fîlîstîn bûka mebû û hatin ji me dizîn. Bi vê yekî toxmên nefredê di dilê zarokan li dijî cihûyan diçîne. Mamosta ji bo zîyareta giregirên derdorê yên ereb bi destê zarokan şanoyekî hazir dike û her zarokek dibe dewletek ereb û keçikek jî dibe Fîlîstîn. Îsraîl jî dibe helamet. Mamosta kêrê dide destê zarokan û dibêje hûnê kerê di dilê wê helameta ha bikin û dawiyê jî serê wî jêkin. ew sehneya ser jêkirnê bi her awayî Daîşê tê bîna meriv. Dema mamosteyek kêrê bide zarokên biçûk yên nezan dê helbet dema ev zarok mezin bûn jî dê wî karî bikin. Di wê sehneyê da derhêner Daîşê û xerabîya sîstema perwerdeyê qesd dike.
Bi demê Şêro ji cîranên xwe yên cihû ku ji wan pir hez dike, dûr dikeve û ditirse. Lê asîmîlasyona mamosta û qeweta kolonyalîzmê jî nikare wî ji cîranên xwe dûr bixe. Çîmkî bavê wî dibe ba wan û ew jî bi hişê xwe yê zarokane fêm dike ku cîranên wan kesên gelke baş in. Bi taybetî jî Hannah. Di wan deman da dêya Şêro ji aliyê eskerê tirkan ve tê kuştin. Aram jî radibe ku ji hêrsan biqîre lê esker û îstîxbarata sûriyê wî radikin û îşkenceyê lê dikin. Xeber jê nayê.
Sehneyek zêde xweş heye Aram Şêro diçin ber sînor. Qereqolên leşkerên tirkan û ereban li wir in. Herdû radikin sê balonên ku kesk û sor û zer in berdidin hewayê. Ji van balonan du heb diteqînîn û ya zer ber bi esman ve weka sembola tav û azadiyê bilind dibe. Êdî ew jî dibe temsîlîyeta hêvîyê.
Neighbours
Mamosta hê jî xwe û zarokan bo şanoyê amade dike û dareke xurmeyan tîne kû li Kurdistanê biçînîne. Dar tê çandinû ew dar jî dibe temsîlîyeta erebûnê. Ji vir jî meriv fêm dike ku asîmîlasyon û kolonyalîzma kurdan ne tenê zimanî û leşkerî lê xwezayî ye. Xwezaya û ekolojîya Kurdîstanê jî dixwazin xera bikin. Lê helbet di havînê de dar li ber xwe dabe jî dema zivistana Kurdistanê tê dara xurmeyê hişk dibe û mamosta jî têk diçe. Ew dar jî dibe temsîlîyeta têkçûna wî. Helbet ew giregirên ku ji bo tîyatroyê gazî wan kiribû jî wî tenê dihêlin û nayên.
Piştî îstîxbarat Aram dibe û xeber jî nayê dergistîya Aram Hannahê cîranê wan her roj tê ji Şêro dipirse ka apê te Aramî çi bû. Lê deng demeke dirêj jê nayê, heta ku rojekê bi îşkencekirî, brîndar û ji halketî wî tînin û davêjin ber derîyê malbatê. Çend roj bişûde esker tên ku wî dîsa bibin leşkerîyê. Ew jî vê qebûl nake û berê xwe dide çîyê. Dîsa weka hertim çîya dibe dost û hêvîya kurdan.
Piştî ku deng ji Aram nayê, Hannahê êdî dixwaze bireve Ewropayê çimkî halê cihûyan li Sûrîyê gelek xerab bûye û nasnameyan wan ji wan hatîye stendin. Malbata Hannahê ji bavê Şêro rica dike ku Hannahê weka dêya Şêro ya rehmertî nîşan bide ku ew karibe bireve. Piştî bertîl û karekî dirêj bavê Şêro bi ser dikeve û ji Hannahê ra nasnameyek û pasaportekî derdixe. Ew jî direve û diçe. Piştî ku Hannahê li Swîsreyê bi cî dibe, Şêro û xeyala wî jibîr nake û ji bavê wî ra pere dişîne ku jê ra televîzyonekî bistîne da ku karibe xêzefîlmên ku hertim xeyala wan kirîye, sêr bike. Lê dema televizyonê vedikin ku xêzefîlman sêr bikin dîsa eskerên ku her roj li ser sînor dibînin di wir da jî, di ew dinyaya xeyalî da jî dibînin. Wê demê dîsa têkçûnek bo Şêro çêdibe û ew êdî mezintir dibe, tiştên nû xweştir fêm dike. Êdî bi borîna dem erebî fêm dike û diaxive.
Cîran bi her awayî fîlmekî gelek serkeftî ye. Şexsîbûna çîrokê baş hatîye honandin. Çîrok bi her awayî herikbar e. Tevgerên kamerayê yên nêz jî temaşevanan ji dinyaya xwe radikin û dibin dinyaya safî a Şêroyî.
Di fîlm da, asîmîlasyon, dagirkerî, sînor, kolonyalîzma leşkerî, sixûrî, zext û tedaya pîskolojîk ya li dijî kurdan û kemîneyên din tê nişandan. Helbet dema derhênerên sînemaya kurdî fîlmekî dikişînin dixwazin tevê kul û derdê xwe û gelê tê da rêz bikin. Bi min ev çîrok û herikbarîya fîlmê qels dike. Çimkî temaşevan helbet li tiştekî rihet nexwaze jî dema hin mijar ji çîrokê dûr bûn adiz dibin û divê ji bo her temsîlîyetekê tiştekî bifikirin û lê mikûr bibin. Sînema di her sehneyê da temsîlîyetê ferz bike jî divê fîlm sadebûn û mînîmalîzmê ji xwe ra bikin mijar.
Bi min Şêro yek ji fîlmên herî serkeftî yê sînemay kurdî ya salên dawî ye. Çi bi çîrokê, çi bi henek, çi bi lîstikvanî û çi jî bi pisporîya tavgerên kamerayê…[1]