Navê pirtûkê: Birîn
Navê nivîskar: Ahmedê Hepo
Cihê çapkirina pirtûkê: BAKU
Navê çapxaneyê: Azerneşr
Sala çapê: 1996
Ev roman him ya qewmandinên dîrokêye, him ya efirandariyêye. Kevirên dîwarê wê ya dîrokîne, sîwaxa wê ya dahênerine ya nitirandina nivîskare. Hevîrtirşkê “Birîn”-ê dîroke, hevir hilhatin, nan petin behrê qelemêye. Bi nêta me him bûyerên dîrokê, him efirandina torîvan usa bi hevra hatine ristinê, mirov dijwar wana ji hev cuda bike.
Yek sergovende, yên mayîn govendgirtî, xemildarin. Birîn ji rojên nefikirina pareke gelê kurd dijene, dibêje, dibilîne. Çawa simtê çîyayê bilind bê berf nabe, dîrok bê qewmandin, hevanîn, bê hevzêdekirin nabe. Werên empêşa wedê xuliqandina “Birîn”-ê bigirin, bixwinin, ser kirinên reş vekin, herin derêne ber dergê rastîyê. [1]